Ferhenga înteraktîf
devrim demir
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-devrim demir

1. stranbêjeke kurd e ku min ewil bi strana tu kî yî navê wê bîhist.
lê tişta rastî berî niha jî di vîdyokê de bi jineke pîr re hevpeyvîna wê de min dîtibû.
stran:



hevpeyvîn:




her wiha: (bnr: dewrîm demîr)



16.03.2021 17:48 ~17:52 | merwano

2. Dema çavê min li nav û paşnavê wê dialiqe bêhemdî prototîpekî apociyan tê hişê min. Li her derê behsa jinan dikin lê jinbûna xwe jî wek amûrek bikartînin. xwezî derketa pêş sozdar avesta.

Nîşe: armanca min zimandirêjî ser jinan û apociyan nîne. Tenê dixwazim bêjim bi nakokiyên wiha ne patriyarka (bavsalarî) hildiweşe ne jî apocî dikarin civakê pêş de bibin. Ji bo bersiv û rexneyên çêker amade me, dikarin bi riya peyamê an jî li ser tirşik forumê bersivê bidin.



17.03.2021 04:19 ~04:21 | asîmanê sêwî

3. Bijîşk, stranbêj, perwerdekara muzîkê, rêvebera kasedê, pêşkêşvan û feminîst-aktîvîst e. li nçmê û konservatuara aram tîgran pê avêtîye hunerê. Di Stran û axaftinên xwe de kurdîyeke gellek zelal bi kar tîne. Di newroz, bername û gelek çalakiyan de wek pêşkeşvan erk standiye. Niha jî ligel ahmet turk bûye namzeta şaredarîya bajarê mezin a mêrdînê.



22.01.2024 00:06 | çaya germ

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» devrim demir
» demirvaj

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî