1. tiştê ku ev du hefte ne, dikim. bi tenê serê xwe taştê dixwim ku di normalê de nikarim bi tenê serê xwe xwarin bixwim, dilê min narê; ji ber wê jî naxwazim çaydanekê çay çêkim û musrîfî bikim. li dewsa wê qûpayekê qehwe çêdikim û ew jî ji xwe têra min dike. lê nikare adeta çayê bigire. penêr û hêk pir li qehweyê nayên, lê ne pir xerab e jî. [mehek berê min henekê xwe bi vê adetê kiribû. bi quran êdî ditirsim xelkê rexne bikim, henekê xwe bi wan bikim û bikenim; nişkê ve tê serê min*] |
|
12.05.2021 11:27 ~11:32 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Ji berî ve kêfa min qet ji qehwê re nadihat lê piştî destpêka kar, bi bandora hevalkaran jî, ez hînê qehwê bûm û di karantînayê de bûm qehwevan û min dil heye makîneyeke birîncî ya qehweyan bikirim * |
|
12.05.2021 12:11 |
xelîl
|
3. Edeteke ewropiya ye. Tim di filîman de dixuye, sulhiyek qehwe ( belê sulhî. Fîncan, kodik, îskan, qedeh, kûpa hwd. Ji bo tarîfkirina wê biçûk tê) û li ber jî ya kek ya jî kûrûvasan ( nizanim çiye û tehma wê jî çawa ye) dixwin. |
|
12.05.2021 13:43 |
tîrêj zana 21
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |