Ferhenga înteraktîf
fîlma pêşîn ku bi hezkiriyekî/ê re hatiye temaşekirin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-fîlma pêşîn ku bi hezkiriyekî/ê re hatiye temaşekirin

1. bersiva kin: wall-e/133514

pênase: anketa ku dixwaze adetên romantîzma tirşikvanan bisêwirîne û çêtirdîtinên wan ên cureya fîlman bo nêzîkbûna romantîk rêz bike.

di esasê de ji tiştên pêşîn hez dikim lê belê ev pêşîniya min heta ku tirşîk nîne bîra min, bi taybetî ne di hişê min de bû lê ji ber ku pêşîn bû û di dewrekê ceheltiyê de qewimîbû û wekî encam hinin riyên mirovbûyînê ji min re dabû fêrkirin, ji îro pê de ez ê vê fîlmê bi xêr û xweşiyê bi bîr bînim. lê ez ê xortaniya xwe ya ecemî jî rexne bikim: îja ji bo xwedê bo şeva pêşîn, fîlma wall-e çi ye kuro?! asdfgh*

versiyona duda jê xerabtir e asdfgh*:
(bnr: fîlma pêşîn ku bi hezkiriyekî/ê re di sînemayê de hatiye temaşekirin)



13.05.2021 21:45 ~21:48 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: 404 not found)



13.05.2021 22:07 | pîroz

3. Ji yekan zêdetir e * kîjan hezkirî?

Lê ya herî bi bandor lucy ya scarlett johansson bû. Têkiliyeke emirdirêj bû û gelek serpêhatiyên xweş qewimîn. Lê wek destebirayê min miyazakiyê tercumanê dilan, sewdaliyê peyamên dûvdirêj û hezkiriyê wî, me jî fîlmê nekarî xilas bikin* hey gidî!

Ya herî komîk jî bi keçeke suryanî ya ji şirnexê bû*. me bi hev re bi israra wê temaşeyê fîlma hükümet kadın kiribû*. Axirê min fîlmê neecibandibû û ew jî ji min enirîbû*



14.05.2021 03:26 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» fîlma japona ya ku yekî bêhna genî jê dihat diniya kûçikekî
» temaşekirina fîlmên yeşilçamê

Kategoriyên mijarê:: anket anket anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî