Ferhenga înteraktîf
wek çavkaniyekê bikaranîna tirsik.netê
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-wek çavkaniyekê bikaranîna tirsik.netê

1. Sal 2019 * berî ev malmîrata korona derkeve.

Cih: enqere, li kafeyeke ku Kurd jê kêm nabin, li destar cafe, komek hatiye avakirin, navê komê jî koma xwendinê ya mestûre erdelanî bû, dibe ku nav dirêj tir be jî *, wele hingî navê wê dirêj bû, car caran min navê wê jibîr dikir *

Armanca komê wek her komeke xwendinê, pirtûkek dihat diyar kirin, endam pirtûk dixwendin û pîştî xwendinê jî li ser şirove dikirin û hwd.
Vêceee ne ku ez heyranê pirtûka bûm, hema min xwest hevalên min yê nû çê bibin û ka em binêrin komeke çawa ye, çimkî bêrî em tevlî bibin min nedizanî bû ku divê herkes pirtûkê bixwîne*

Welhasil serê we neêşînim, pirtûka wê heftiyê kadiz bû, berhema rojen barnas ku li ser helbesta bû. Ji bilî pirtûkê qala nivîskar ewil dihat kirin. Di serî de, navê wî aniha nayê bîra min camêrek di derheqê nivîskar de wê tiştin bigotiba, di destpêkê de got. " Di derheqê nivîskar de kêm tişt hatine nivîsandin, min li înternet lêkolîn kir... Min li tirsik.netê jî meyzand, tenê çend agahî min dîtin

Cara pêşî bû ku min navê tirşikê di nav civatekê
de bihîstibû û pê serbilind bûbûm, her çiqasî wan dema wek îro ne çalak bûm jî...



06.08.2021 22:13 ~22:14 | merwano

2. yek ji sedemên ku ez li tirşikê dinivîsim ev e. çiqa em carina ji bo wextê xwe bibihurînin li vê derê binivîsin jî ev malper dibe çavkaniyekê mezin ji bo me û ji bo nifşên ku werin. ji ber vê yekê tenê peyvekê ku li vê derê tê nivîsin hêjayî 100 peyvên ku li twitter ya jî li malperên din hatine nivîsin e.



06.08.2021 23:08 ~23:09 | hueyn

3. nivîskar nivîskar, mîjar mîjar dikarim bêjim ku her alîyê kurdî da tirsik.netê wek çavkanîyek tînim bikaranîn û heta niha min sedû sed bi tirsik.net zimanê xwe pêşxistîye



07.08.2021 00:08 | doesntmatter

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» wek vê rojê di dîrokê de çi çêbûye
» bikaranîna bnr û vbnryên bîlesebeb

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan malper teknoloji yendin tirsik jiyan malper teknoloji yendin tirsik jiyan malper teknoloji yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî