Ferhenga înteraktîf
xoser
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xoser

1. stranbêjek zaza ye. ew jî ji stranbêjên nefsbiçûk ku di quncik û qorziyan de dibiriqe ye. Li ser youtube ê tenê çend stranên wî heye lê ev jî ji bo nîşaneya başbûna wî têrî dike. Gotinên stranên wî gelemperî aîdê helbestkarê çewligî omer barasî ye.

Xoser - çend serra




Xoser - Veyveyê cindan




Xoser - day lêro




Xoser - Cewabê lawikê metînî





û ya talî Li gel klîbek xweşik û rindik strana wî ya "ûca de" bi wergera kurmancî:








Li wir
Li wê quncika tarî de
Em bibûn mîna ejdehayan
Me agir bi ser hev de barandibû
Em bibûn mîna çiyayên bilind
Ew çemê reş û şolî teng bibû ji me re
Me ew sêva sor dizî bû
Ji baxçeya xwedê
Çavê me mirinê nixumandibû
Bi bextê me yê reş

Li wir
Li wê quncika veşartî de
Em bibûn mîna reniyan
Em bi ser hev de qelibî bûn
Em mîna tîrmaran li hev geriyabûn
Ji êşa hev re
Em bibûn cotê kevokan
Firiyabûn ji dojeha danteyî
Giraniya laşê me bibû mîna pûş
Ruhê me bibû mest û serxoş


Li wir
Li wê quncika reş û şolî de
Pîrikê avêtibû demê
Heçkû em tenê mabûn li ser rûyê erdê

Heçkû li ser perçeyek cemed em bibûn agirek gur
Di nava cemsera bakûr de

Li wir
Li wê çaviya biçûk de.



09.08.2021 20:07 ~20:08 | rizgarm

2. (bnr: xweser)



10.08.2021 12:29 | kajav

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xoser

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî