Ferhenga înteraktîf
sedemên zêdebûna xwekuştinê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-sedemên zêdebûna xwekuştinê

1. îro jî li farqînê jineke 40 salî ku dayîka 5 zarokên piçûk e ku hîn yek ji van zarokan 40 rojî ye xwe di avahiyeke bilind de berda xwarê û jiyana xwe bi dawî kir. beriya niha çend meh ewil dîsa li gundê fêra ku li ser farqînê ye keçikek xwe dikuje û hema li peyî wê birayê wê xûşka xwe ya din dikuje û dû re xwe jî dikuje...

di van salên dawî û bi rastî di demên dawî de ev ne yek e ne dudu ye. li welêt gelek kes xwe dikujin. hema ji bo bakur her der bûye cihê întixarê.

ez van întîxaran wek encamek civakê dibînim. ango li gor min civak di rewşeke xerab de ye û di bin bandoreke neyînî de tê birêvebirin loma bandora neyînî bi awayên cur bi cur li ser malbatan an jî li ser kesan xwe nîşan dide û wek ceyranê di wan de diteqe.

kesayeta civakê bi awayeke cuda û cihê bandor li derûnî, giyan û kesayeta mirovan dike ku wan ber bi tevgerên cuda de dibe. dîsa ev malik û hucreyên civakê li ser mirovan xwe bi formên cuda cuda dide nîşan. yanî sedemên van întixaran dibe li gor rewşa kesan cuda jî be. wek aborî, cezakirin, cinsî û hwd.

tişta ecêb jî ev e ku sedemên gelek întixarên vê demê jî nayên zanîn an jî malbat û civak naxwaze bide zanîn...



03.09.2021 02:31 | roberz

2. Di vê demê de meriv divê ji dêlva sedemên xwekuştinê bipirse, sedemên nekuştina xwe bipirse...



03.09.2021 23:29 ~23:30 | pîroz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» sedemên biedeb bûna xwendekarên cemaetan
» zêdebûna hejmara nivîskarên mêr li tirşikê

Kategoriyên mijarê:: psikoloji psikoloji psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî