Ferhenga înteraktîf
mûsa begê xwêtî û guloyê bavfile
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mûsa begê xwêtî û guloyê bavfile

1. mûsa begê xwêtî, begek xwêtîyan e ku di dema osmaniyan û di dema komariya tirkiyê de begtî ji êla xwe re kiriye. êla wî li deşta mûşê û piranî li aliyê bilîsê niştecihin. hecî mûsa begê xwêtî, dema osmaniyan de, beriya 1890î, li deşta mûşê û li serhedê pir bi bandor e loma çi bixwaze bi rihetî pêk tîne û yeka wî nabe dudu.

li gor gotinan ew, guloyê ermenî an jî guloyê bavfile dibîne û êdî bi dilek kirêt an jî dilek paqij çav berdidê. guloyê bavfile jî li deşta mûşê li aliyê norşênê li gundê xarsê dijî. xars gundeke ermeniyan e. wê demê li serhedê kurd û ermenî di nav hev de bi hev re dijîn. mûsa beg niyet dike ku gulo birevî, rojek bi siwariyên xwe re diçe gundê xarsê digire gulo, bi kotekî direvîne.

ji ber gulo jî xwedî malbateke bi nav û deng a ermenî ye hewara wê zû digihêje stenbolê û ermeniyên wir li ser siltan evdilhemîd rojevek bi bandor saz dikin û fermana mûsa beg derdixin.

leşkerên osmanî, mûsa beg digirin û tînin stenbolê. siltan evdilhemîd, mûsa beg sirgûnê erebîstanê dike. û jixwe beriya wê demê jî gulo bi alîkariya ermenan ji mûşê reviyaye stenbolê.

mûsa beg piştî sirgûnê vedigere welêt. bi misto kemal re li hemberî ûrisan şer dike. dû re tevlî tevgera azadiyê dibe bi xalid begê cibrî û yûsif ziya beg re tê girtin ji ber ku înkariya endambûna xwa ya tevgera azadiyê dike ceza didinê û berê wî didin anatolyayê.

li ser mesela gulo gelek kilam hatine çêkirin ji ber ku mûsa beg şexsiyeteke bi bandor e û serekê êleke û begeke dengbêj ji mala wî kêm nabin. ku li ser mesela gulo tê girtin jî ew dengbêj wî wek qehremaneke kurd nîşan didin. bi ermenîkî jî gelek kilam li ser gulo tên çêkirin.

ev kilam li ser bûyera mûsa begê xwêtî û guloyê bavfile hatiye gotin belê bi demê re pir guherîye,



ev kilam jî bi ermenîkî li ser gulo hatiye çêkirin,



dîsa ev hin kilamên li ser mûsa beg hatine çêkirin,





04.09.2021 13:40 ~13:44 | roberz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mûsa anter
» begê samur

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî