Ferhenga înteraktîf
bêbextewarîyeke pejirandî

Navê mijarê ya ewil ev bû:bê bextewarîyek pejirandî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-bêbextewarîyeke pejirandî

1. Bê hêvîbûnek, şikestineke derûnî û hema em dikarin bêjin cureyek nexweşî. Ya ku ez bawerim hema bêje li ser her kom û civak, civat, cemeatên kurdî, ji her nifşî xwe daye pejirandin. Sedem û mercên vê rewşê cur bi curin hinek global hinek herêmî - netewî hinek takekesîne . Mijareka kûr û dûre karê sosyolojîyêye. Erê ez hest dikim heye tiştekî wiha mixabin.



30.03.2022 00:48 | şikber

2. bêbextewarî an nebextewarî ji bo mîrata kêfnexweşiyê di fêrisê gundê kurmancî de peyveke rast û resen û rewan nîne. biçûkên kurmancan ji neçarî destê xwe li ber peyvên wiha wergêrkî û çêkirî vedikin.
hasilê navê wê her çi be ez dibêjim her kurdekê hişmendiya kurdbûnê lê bûye bela para xwe ji vê hest û dilÎnê hilaniye. piraniya kurdên polîtîk ji ber vê hestê wekê mirÎşka serjêkirî di nav depresyoneke kûr de vedigevizin. çare û dermaneke sivik û bêêş yê vê mîratê jî nîne. an divê wekê rojhan berken ji kurdbûnê îstîfa bikî û ji xwe re bîr û hiş û dileke nû biafirÎnî an eger tu yê wek kurd bimînî jî divê wek muhsin kızılkaya bi dev dost bi qelb û dilê xwe kafir bî bêjî ez li malê xwe kurd li siqaqê tirk û nav nivînan de jî xwe îtalyan hîs dikim



31.03.2022 14:47 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêbextewarîyeke pejirandî

Kategoriyên mijarê:: felsefe psikoloji oldin yendin felsefe psikoloji oldin yendin felsefe psikoloji oldin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî