Ferhenga înteraktîf
cemal dengbêjê kurd
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-cemal dengbêjê kurd

1. dengbêj, çîrokbêj û youtuberek e bi eslê xwe ji gundekê hezex an nisêbînê ye û li bajarê hamburga almanyayê dijî. li ser youtubê bi sedan vîdeoyên wî hene bi wê kurmanciya xwe ya xweş û gewr ku tehma torê jê tê çîrok û serpêhatiyên gelêrî û carinan jî yên bi serê xwe bi xwe de hatine dibêje. di qenala wî de heta niha 126 çîrok û serpêhatî hene, nêzikî 6 hezar aboneyên wî û 3 milyon cara jî hatiye temaşekirin.
li ser youtubeê bi tesadûf lê rast hatim û ji hingî ve her ku wextê min çêdibe darî vîdeoyeka wî dikim. ji naveroka çîrokan bêtir kurmanciya wî ya gewr û şêweyê çîrokbêjiya wî ku dema dibêje mirov dibêje qey di nav çîrokê de dijî kêfa min tîne.
çend kesên din jî hene wekê necat zivingî çîrokan dibêjin li ser youtubeê û zêdetir jî abonman û bînerên wan hene lê ev tama cemal dengbêjê kurd dide yek ji wan nade mixabin. hem zimanê wan ji xwezaya çîrokbêjiya kurdî dûrketiye hem jî wekê ku ji pirtûkekî dixwînin çîrokan dibêjin.



gelî tirşikvanan xêra xwe û ya dêûbavên xwe bibin abone û qenalê parve bikin ku qenal geş û belav bibe û belkî çend kesên din yên wekê vî camêrî bikêrhatî û jêhatî çav lê bikin çand û kelepora kurdî ji mirinê bifilite.



09.05.2022 12:13 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemal süreya
» dengbêjên herî biçûk
» kurdîlit

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî