Ferhenga înteraktîf
xaçort
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xaçort

1. Taxekî li wanê ye. girêdayî navçeya navendî a herî mezin rêya armûşê ye. Bi fermîtî da bi çend taxan pêk tê lê bi pirranî taxa "hacıbekir" pêk tê. Bi vî alî rengê xançepeka amedê dide û em dikarin bêjin xançepeka wanê jî xaçort e. Beriya şerê cihan a yekemîn da malbatên ermenî jî vir hebûne (îddayekî digot gelheya ermeniyan ya kurdan zêdetir bûye). Navbera salên 1990 an û 2016 da cihê şer û çalakiyan bû û dema digotin şer derket pêşî ev der dihat hişê mirovan. Salên 1990 an dema agirê newrozê vêdixistin polîs dihatin û ew malên ku pêşî lastîk şewîtî wir operasyon dikirin. Jixwe ev tax nêzî sûkê ye jî. Sala 2016 da dema şerê hendekan, dihat gotin amadekarî tê kirin ji bo kolana hendekan, çend hendek hatin kolan lê berdewam nebû û qedexebûna derketina kolanan qet çênebû, piştre polîs û tîmên taybet mal bi mal operasyon li vir kirin û gelek binçavkirin çêbû. Ji wir de êdî xêncî çend çalakiyên biçûk tu şer çênebû.
berê çend malbat hebûn ku ticareta narkotîk (eroîn, kokaîn hwd.), cixare, mazot hwd. dikirin, niha jî qey heye lê ya xirabtir berê ciwanan van narkotîkan nedikêşan lê mixabin ev 4-5 sal e hinek ciwanên wir jî êdî dikêşînin. Heta hemberî vê li wanê komelek hate avakirin.
Hinek cihên xaçortê ser navîniya wanê ye ku pêşketî ye û dewlemend in, lê hinek cih gelek paşvemayî ne û zehf hejar in. Gelheya vir zêdehî behdînî ne lê helbet beşekî serhedî jî heye. Zêdehî malbatên vir ber mijarên siyasî, aborî û civakî li colemêrg, şirnex, elbak, payîzava, hwd. hatine lê piştre her derê wan û derdorê ji ber heman sedeman barkirine û hatine.



22.08.2022 18:34 ~18:49 | pêşewa

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» xaçort

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî