Ferhenga înteraktîf
29.10 2022 fetisîna mirovan di îzdihama çalakiyên halloweenê li koreya başûr
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-29.10 2022 fetisîna mirovan di îzdihama çalakiyên halloweenê li koreya başûr

1. Li taxa itaewona a paytextê koreya başûr dema çalakiyên halloweenê de îzdihamek mezîn derket û gellek kes fetisîn û mirin. Niha hijmara miriyan ji 150 kesan zêdetir xûya dike.

vê bûyerê îro bandoreke pir kûr li min kir. Taxa itaewonê bi taybetî devera ku ew kes fetisîne cihê ku ez ew çend sal in hertim jê derbas dibûm bû. Mala min a berê qasê 100 m nêzikê vê derê bû.



30.10.2022 14:56 | cinorek

2. A yekem serê nasên miriyan sax be.
A duyem çi karê Mihrîcana Halloweenê li Koreya başûr heye?Mirov evqas jî çav nade biyaniyan.
Ez nabêjim tekez ji ber vê Mihrîcanê ev bûyer çêbûye helbet pêkane her derê çêbibe lê pirr bala min kêşa li Koreya başûr hebûna vê Mihrîcanê. Tiştek ecêb e jî çawa çêbûye ku ewqas mirovan daye ser hevdu. Piştî vê bûyera nexweş hê jî hinek kesan dans dikir û li keyfa xwe dinêrîn, ev yek nîşan dide ku hestên civakî kêm be jî li Koreya başûr nemaye. Mirov biçek be jî divê rêzgir be ji bo şîna hemwelatiyên xwe.



30.10.2022 15:23 ~17:55 | bayê xerbî

3. ji dil pir li ber wan ketim. çi bobelatekê ecêb û balkêş hatiye ser wan. piraniya miriyan jî ciwan in. herî pir ji ber wê dilê min li wan şewitî. lê ya divê bê nîqaşkirin kêmasiya tedbîrên ewlehiyê ye.

cejn û mîhrîcan riyên kêf û xweşiyê ne. heman tişt ne tenê cejnan, lê pêkan e di her civînê de pêk bê. ji pîrozbahiyên newroz û sersal û alîgirên futbolan an jî bînerên konseran bigirin heta îbadeta hecê ya misilmanan. îzdiham sedî sed girêdayî tedbîrên ewlehiyê ne. loma bo sihet û xweşiya xelkên ku beşdarî van çalakiyan dibin divê bo hemû îhtimalan tedbîr bê stendin.

niha hikûmeta koreya başur şîna neteweyî îlan kiriye. meraq dikim dê ev fatûre li kê were birrîn.



30.10.2022 17:43 ~17:46 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» 29.10 2022 fetisîna mirovan di îzdihama çalakiyên halloweenê li koreya başûr
» 2022
» mirovan
» çalakiyên tirşikê
» koreya bakur
» başûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî