Ferhenga înteraktîf
doktor jivago | 1957
Nivîskar: Boris Pasternak | tirkî | roman | 608 rûpel

Serborîyên doktor yuri zhivago (jîvago). Ji xortanîyê heta şoreşa rûsyayê û şerê duyemîn ya cîhanê. Çîrokek di nav şer û şeroşê de. Pirtûk li rûsyayê ...
doktor jivago

Navê mijarê ya ewil ev bû:doktor jîvago
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-doktor jivago

1. romana nivîskarê rûs yê nobel-standî boris pasternak e. Ji ber ku li rûsyaya çapa wê ne pêkan bû, cara ewil di sala 1957ê de li îtalyayê hatiye weşandin. pirtûk behsa salên di navbera 1905 (şoreşa rûsyayê) û şerê cîhanê ya duyemîn dike.
serlehengê fîlmê yurî jîvago, xwendekarê tibê ye. Karakterên din pasha, tonya, lara, anna û hwd. hemû hemsalên wî ne.
di nava salan de bi bûyerên şexsî û pêvajoyên ku rûsya dijî, geh ji hev dûr dibin geh digihin hev. çîrokek dûv û dirêj e.
bi romanê re, xwendevan jî dibe şahîdê dîroka rûsyayê.

min pirtûkê bi tirkî û ji çapa cem yayinevi xwend. di redaksîyonê de gelek xeletî hebûn. qene salan jî carina ji hev nedigirtin. belkî dîsa sûcê vê weşanxaneyê be ku di hinek beşan de serê mirov bû bûyeran tevlîhev dibû.

bi kurtî û kurdî: pirtûk xweş e. di derbarê sosyolojîya wê demê ya rûsyayê, hinek nêrînên min yên bingehîn çêbûn. nêrîna min ya ji bo şoreş, şer, azadî, mirovahî û hwd. jî bêguman guherî. standina xelata nobelê, ji aliyê hinekan ve wer hatiye nirxandin ku tenê ji ber muxalîfbûna nivîskar, ev xelat hatiye dayîn.

di sala 1965an de fîlma romanê jî ji aliyê david lean ve hatiye kişandin. bi heman navî. min fîlmê jî temaşe kir. fîlm jî xweş e. lê belê li gorî pirtûkê gelek zêde kitekit hatine jêbirin. ne zêde car in ku min pirtûkek xwendibe û paşê fîlma wê temaşe kiribe, loma nizanim belkî jî ev normal be.

ûûû her wiha. doktor jivago navê wergêrek navdar yên binnivîsan e ku di malpera divxplanetê de binnivîsên tirkî amade dikir ji bo rêzefîlman, bi taybetî lost. keda wî pir e loma li ser me. xwedê jê razî.



14.12.2022 18:46 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» doktor jivago

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî