Ferhenga înteraktîf
çetin kotan
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-çetin kotan

1. Li nexweşxaneya zaningeha li wanê da profesorê bijîşkiyê ye. sala 1963 da li bazîdê hatiye dinê, li zaningeha istanbul üniversitesi da xwendiye. Bijîşkekî gelek serkeftî ye, dema pandemiyê da 250 nexweşên penceşêrê nişdarî kir. Gelek sale li wanê ye û hewqas nexweşxaneyên taybet hez dikin wî bînin cem xwe lê ewî qebûl nekiriye. Tê gotin dibêje şîreta kalê min e ku ez alîkariya gelê hejar bikim. Nizanim ev gotin çiqas rast e lê ji bo çi be jî nexweşxaneya zaningehê disekine û ne diçe bajarên rojavaya tirkiyê ne jî diçe nexweşxaneyên taybet. Li Wanê, li bajar û navçeyên derdora wanê da hema hema her kes wî dizane û her kes jî jê xweş e. Bi her nexweşê xwe re heman merca de venêrîn dike û bi hemûya re jî têkildar e. Navbera 2008-2011 da dekanê fakûlteya tipê bû lê yekî din hat dewsa wî (ji ber sedemên siyasî). Hema hema li hemû hilbijartina da navê wî ji bo parlamenterî û şaredariyê derbas dibe lê gel hez nake bijîşkekî wiha wênda bike, ew jî jixwe nabe namzet.



31.01.2023 10:14 ~2023.06.19 00:01 | pêşewa

2. camêrekî qerase ye. roja pêşîn a zangehê hatibû pola me û tevî ko hîn em ti tiştî nizanin gotibû yê bixwaze tevî niştergerîyan bibe û darî wan bike bela were cem min. ez par jî çûbûm îro jî çûm ba wî. ne wekî hin bijîşkan bênteng û qehrokî ye, bi xweşikayî ji me re vedigot çi çi ye û em çi dikin. bi saya wî me gelek tişt dîtin, xwedê jê razî be.



01.02.2023 14:46 | keyomerd

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» çetin oraner
» kotandin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî