Ferhenga înteraktîf
serbaz
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-serbaz

1. lîstikeke şanoyê bi kurdî ye. resena wê ji aliyê nivîskarê bulgar hristo boychev ve hatiye nivîsîn (1996). erdal kaya, kenan demîr û çend lîstikvanên hêja yên şermola performansê tê de dilîstin. mijar şer e. pêşîn min got qey xwe şaş kirine û navê rastîn yê lîstikê (sêrbaz!) wek serbaz nivîsîne, lê na. navê lîstikê bi rastî jî serbaz e. wateya wê leşker e.

Lîstikeke xweş bû. lîstikvan xweş dilîstin. car bi car komîk bû. nizam çer bû, di qonaxa duyem ya lîstikê de mijar hebkî belav melav bû. lehengên lîstikê ji eyar ketin tev bi tevger û axaftina xwe. min di dilê xwe de got xweş nelîstin. bi dawîbûna şanoyê pê hesiyam ku xwediyê lîstikê hristo boychev destûr nedayê ku belaş bilîzîn, heqê lîstikê xwestiye. lê belê kesatbûna bazara şano ya kurdî eyan e. ên me nekarîne heqê telîfê bidin. ji bêgavî, şanovan ji nîvî zêdetir nekarîne teksta resen bi kar bînin loma rabûne, ji bo qonaxa duyem a lîstikê ji xwe re bûyer û dîyalogên nû nivîsîne û li hev anîne. dibêm qey ji ber vê yekê bû, wan her du perçeyên lîstikê xweş li hev nehatibûn. di gel vî aloziyê, serbaz dîsa hêjayî dîtinê ye.



17.09.2023 23:43 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» serbaz

Kategoriyên mijarê:: tiyatrolistik tiyatrolistik tiyatrolistik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî