Ferhenga înteraktîf
golik
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-golik

1. heywana ku êvarê dikeve binê çêlekê. (bnr: şîr vedixwe)

damezrînerê lotikan e.

pir bi kelecan û dema ku ji hewşê direve heta dilê wê nexwaze qûna xwe jî biçirînî nikarî vegerînî.



16.10.2013 16:49 | gernasnenas

2. Kovara Golik a ji aliyê girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Boluyê û gelek girtîgehên din ve tê derxistin, Kovara qerfî ya bi kurdî, di naveroka xwe de çîrok, karîkatûr û gotinên pêşiyan dihewîne. Taybetmendiya kovarê jî ew e ku ji girtîgehê derdikeve. Kovara Golik a ku Gerînendayê wê yê Giştî Ferat Bogatekîn dike, hemû nivîs û karîkatûrên wê li girtîgehê tên xêzkirin û hemû jî di lêkolîna dozgeriyê re derbas dibin. Kovarê ev rewş bi awayekî qerfî di berga hejmara duyemîn de mohra wekî 'HAT DÎTIN' cihê xwe digire.



di hejmara pêncemîn de ji derve karîkaturîst rûşen û henekvan gernas nenas jî tevlî kadroya kovara golik dibin.



16.10.2013 16:54 | gernasnenas

3. peyveke ku ji bo zarokên beriya 14 salî tê bikaranîn e*

ji bo zarokên piçûk (bnr: berx)

ji bo ciwanan (bnr: conege)



31.10.2014 16:12 | nazim tolhildan

4. yEKANE Û TEKANE kOVARA MÎZAHÎ YA BI KURDÎ YE. HENEK Û GENEKÊN WÊ ZÊDE NE SERKETÎ NE, XÊZ Û KARÎKATOR JÎ PIR AMATORANENE Û DI ESLÊ XWE DE ORÎCÎNAL NÎN IN. LÊ JI BER KU BI TENÊ EV KOVAR KARÊ MIZAHÎ DIKE, HÊJAYÎ RÊZ Û HURMETÊ YE. lI STENBOLÊ LI BA KEK SILHEDÎN, LI MEDYA KITABEVÎ PEYDE DIBE.



01.11.2014 15:10 | seydayê_peyvan

5. sey no name de yew kovarêk dest bi weşanÎ kerd. û amadekerdoxê kovarî pêrun(hemine) maxpus ê. gama ke kes wazeno no kavarê de çiyêk biweşano, şêno/a bikewe têkilî û nivîs û mizahê xo bişirawo.



mira vernî de zî mamoste vato xora, kovara mîzahî ya.



http://www.ozgur-gundem.com/?haberID=40899&haberBaslik=K%C3%BCrt%C3%A7e%20mizaha%20yeni%20bir%20soluk:%20Golik&action=haber_detay&module=nuce



01.11.2014 17:02 | endazyar

6. kovara qerfî ya bi kurdî ye ku vê meha çûyî hejmara wê ya 8'ê weşiya..

slogana kovara ha 'golikê ber dilan natirse ji ga yê malan' e

niha li ber destên min e dil dikim ku îşev bixwînim



09.01.2015 22:20 | ferhenga şikestî

7. kovara kurdi u çéleké manga(dewér)



09.01.2015 22:41 | tirşikçi

8. bîra min lê têt gava em di dibistana seratayî de me şwîna pûana êk (1) bikartîna.

me digot :

-kuro bîloo te çend golîk înane ? yanî te çend "bîr" înane ?



15.01.2015 22:17 | vêca çiyeeee

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» goliko soro te çi xwariye

Kategoriyên mijarê:: kovarqerfi ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî