Ferhenga înteraktîf
romatoîd artrît
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-romatoîd artrît

1. Romatoîd Artrît, nexweşiyeke bi kulbûnê xwe dide der. Ev nexweşî domdar e û sedemên wê nayên zanîn. Herî zêde bandorê li movikan dike lê di hinav û gelek lebatên mirov da jî dibe sedema kulbûnê. Kes vê nexweşiyê ji kesî venagire.

Romatoîd, ji peyva “rheumatos” û ji paşgira “oid” pêk tê. Ev bêje wateya “wekî ba/romatîzma” dide. Artrît/arthritis jî “kulbûna movikan” e.

Romatoîd Artrît dibe sedem ku pergala parastinê bi rêk û pêk kar neke. Piştî vê bêpergaliyê laş, êrîşî movik û lebatan dike.

Romatoîd herî zêde bandorê li movikan dike. Movikên tiliyên dest û nigan/lingan, enîşk, mil, çong/çok û hwd. Bi gelemperî bandora li ser movikan dualî ye. Movika aliyê çepê kul bûbe, bi giştî ya aliyê rastê jî kul dibe.

 

Nîşanên/Xuyaniyên Romatoîd Atrîtê

– Werm, kulbûn
– Germbûna movikan
– Hestyarî
– Êş
– Bêtevgerî, kêmtevgerî
– Kêmxwînî/Anemî

 

Romatîd Artrît, di serdema îro da mixabin bi giştî ji holê ranabe. Hewldan û rêbazên heyî dikarin nexweşiyê di astekê da rawestînin.

Bi rêbazên heyî êş û kulbûn kêm dibin, movik ji ber encamên giran tên parastin, rewşa nexweş xweştir dibe.

Bijîşkên nexweşiya Romatoîd Artrîtê “romatolog” in. Di bernameya başkirina nexweşiyê da bijîşk, fîzyoterapîst, perestar, derûnnas ciyên sereke digirin.

Romatoîd Artrît ne nexweşiyeke ku bê paşguh kirin. Li xwe bipirsin!


Nivîskar: mustafa onal
Çandname:
Here lînkê



09.03.2024 01:06 | çaya germ

2. nexweşiyek ne xweş e * kronîk e, derbas nabe. nakuje lê nahêle mirov bijî.



09.03.2024 19:13 | brusk56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» romatoîd artrît

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî