Ferhenga înteraktîf
qeda lê bikeve
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-qeda lê bikeve

1. biwêj û nifîneke kurdî ye.. di hevokê de obje/subje li gorî muxatab û bikarhênerên xwe carinan diguhere.. wek; qeda bi te bikeve, qeda bi wî bikeve filan.. qeda yanî qeza peyveke esil erebî ye.. yanî xwudê qezayekî li riya te bigerîne.. li cizîrê wek qeda'b te bikeve tê bilêvkirin.. min got nifîn lê ne nifîneke ew çend dijwar e gelek caran ji bo teesûf û niçniçê tê bikaranîn..



17.10.2013 22:25 | endazer

2. NIFÎRA KU MIN WEKE "QEDAV LI TE BIKEVE" BIHISTIYE YE .



01.11.2013 01:25 | brusk56

3. Nifira li ba me jî wisa ye: qeda bi te keve



30.05.2020 18:22 | xabûrî

4. ji peyvê jî xuya ye ku erebî ye.
li ba me wilo tê xwendin
qedab li te kevê



30.05.2020 18:26 | merwano

5. her wiha nifira di simatiyeya şêx muhyeddînê hênî de ji ber ku ji tehma xwarinê hez nekiriye bi vî şiklî derbas dibe:

tu behsê qe nakî ji qatqatê qenc
qeda lê keve eynê emrad û renc



31.05.2020 00:54 | xabûrî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» qeda lê bikeve
» lêborîna xwe nexwestin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî