Ferhenga înteraktîf
wele govend ranabe
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-wele govend ranabe

1. Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hatiye gotin.



Wele govend ranabe
Bîle govend ranabe
Xwelî li mêrê xira be
Radizê şiyar nabe
Radizê şiyar nabe lo lo…
Rûdinê qe ranabe lo lo….

Ha di cî de di cî de
Mala apê Hecî de
Ramûsanek bide min
Di quncikê tarî de

Berçem berçem diçûme
Benîştê xwe dicûme
Leqay dostê bûme
Dost keniya pê şa bûme

Vî erdî vî esmanî
Çil hêstirê Qeremanî
Sed kîs perê sultanî
Mi qelenê te anî

Mi dî li min fetilî
Eynek danî xemilî
Xwezî mi gewra xwe bidîta
Li ser tevna ewilî

Ewa hat û ewa çû
Siwar hat û peya çû
Çavê min bi çavê reş ket
Hiş û aqil pê re çû



01.05.2024 10:54 | cinorek

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» wele govend ranabe
» govend tv

Kategoriyên mijarê:: nuce muzikstrn nuce muzikstrn nuce muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî