Ferhenga înteraktîf
hêklo meklo
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hêklo meklo

1. zûgotinokek ji herêma serhedê ye.
me, du kes, çar kulmên xwe dikirin ser hev û piştî gotinan dikeniyan û porên hev tevlihev dikir.
gotin:

"Hêklo mêklo, çalim çêklo hestî yê kewê li bin kewê, kew firî, Mamo gurî, hat li ser vir de"



08.05.2024 22:42 | blabla

2. Li cem me jî wiha tê gotin;
Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne yekê, pê Zernekê

Eve jî heye;
Golkê mamo, çoka dînê, xwar poxînê, çingo mongo, mi çi go?!

Wekî din jî eve heye; êkane, dabiskane, xana çapê, çepil mizê, ara gizê, tota hînê, serkê şînê, gûpeçînê hilkişînê!
+ Ya dawiyê di lîstikekê de tê gotin, lîstik wiha ye; çend zarok lingên xwe an jî tiliyên xwe dirêj dikin, yekê ji wan ev gotin digot, li cem kê xilas bûya wê lingê xwe an jî tiliya xwe dikêşa, bi vê awayê dubare dikirin heta ku kesa dawiyê bimaya, her kê li bibûya kesa dawîn jê re digotin;gurî!gurî! Se-kûçik- te ve birrî!
Eva dawiyê listika keçikan e û gelek kevin e, diya min û hevalên xwe di zaroktiya xwe da ev lîstik leyîstin e. Ez ji wê hîn bûm.



09.05.2024 13:02 ~13:08 | bayê xerbî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêklo meklo

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî