Ferhenga înteraktîf
der erlkönig
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-der erlkönig

1. der erlkönig (keyê perîyan, keyperî) helbesteka johann wolfgang von goetheyî ye. ji alîyê falkensteinî ve hatîye strankirin. strana wî bi jêrnivîsa kurmancî:



wergera helbestê:
Kî vê dema dereng dajo hespê xwe di nav şev û bayî re?
Ew bavek e bi zarokê xwe re.
Kurê xwe rahiştîye hemêza xwe,
Wî ewle û germ dike.

"Kurê min, tu çima rûyê xwe vedişêrî bi tengezarî?"
"Bavo, ma tu nabînî Keyperîyî?
Keyperîyê bi tac û terîya xwe?"
"Kurê min, ewe tenê mij e."

"Kurê delal, were, bi min re biçe!
Ez ê lîskên xweşik bilîzim bi te re;
Tije kulîlkên rengîn hene li kevîyê,
Dêya min tije çekên zêrîn didêre."

"Bavê mino, bavê mino, ma tu nabihîsî?
Keyperî çi sûnd li min dike hêdîka?"
"Bêdeng be, aram be, kurê min:
Bi pelên zuha ba dipispisîne."

"Dê tu, zarokê delal, dê bi min re biçî?
Keçên min neha benda te ne bi xweşîyê;
Keçên min serê govenda reqsa şevê ne,
Û hemêz dikin, direqisin, distrên ji bo tu bêyî."

"Bavê mino, bavê mino, ma tu nabînî wir?
Keçên Keyperîyî li wî cîyê qeswetî?"
"Kurê min, kurê min, ez bi zelalî dibînim:
Çêrgehên kevn pir gewr xuya dikin."

"Ez ji te hez dikim, spehîtîya te efsûnî ye li ber çavên min;
Û ger tu dil nakî werî, ez ê te bi zorê bînim."
"Bavê mino, bavê mino, îja dest min dide!
Keyperîyî dilê min êşand!"

Bav diqutife, bi xurtî dajo hespê xwe,
Zarokê ku dinale hemêz dike,
Digehêje çewlikê bi zehmet û sextî;
Di nav çeplên wî de mirîye zarok.



26.05.2024 11:04 ~11:08 | keyomerd

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» derzî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn wejehlbst muzikstrn wejehlbst muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî