Ferhenga înteraktîf
gerguhêzî û negerguhêziya lêkera tirşikandinê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-gerguhêzî û negerguhêziya lêkera tirşikandinê

1. lêkera tirşikandinê wateya xwe de wekî " mijarek vekirin an tiştekî ravekirin an jî gef li yekî xwarin " tê zanîn. lê ez dixwazim bala tirşikmêzeran bikşînim ser mijareke din *, mijara gerguhêziya lêkera tirşikandinê. herwekî hûn jî dizanin ku bireser û nesneyê hildigire û dilê dijminan* diteqîne û wan ditirşikîne. û tiştê ku min ji vê lêkerê fehm kir dikare di her wateyî de bê bikaranîn

belê em çend mînak ji we re bitirşikînin,

Mînakên gerguheziyê;

bo dema borî : min tirşikand

bo dema niha : ez ditirşikînim

bo dema ku wê were : ez ê bitirşikînim

Mînakên pirrwateyî;

Niha ez ber bi diyarbekir ve ditirşikim

De gava min te qefalt ez ê te bitirşikînim

Ehmed huseynî vê sibehê jî çend helbest tirşikand

Tirşikandin li ku kawa nemir li ku *



21.10.2013 23:21 | ceso

2. cihê pirs û meraqê ye lê bi ya min tirşikandin lêkerek negerguhez e. ger gerguhêz be divê em bikarin bersiva vê pirsê bidin;



- heval tu çi ditirşikînî?



24.09.2014 20:58 | simurg56

3. weka avê zelal e ku gerguhêz e

bersiva çi'yê dide

-heval tu çi ditirşikînî

-ez tirşikê ditirşikînim..

rêbaza din jî dema borî ye

-min tirşikand

-ez tirşikandim

baş diyar e ku mînaka yekem rast e ku di dema borî de bi cînavka tewandî tê karanîn



24.09.2014 21:07 | ferhenga şikestî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gerguhêzî û negerguhêziya lêkera tirşikandinê
» lêkera bûn'ê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî