Ferhenga înteraktîf
kok
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kok

1. navê helbesteka rênas jiyanî ye.. ne şaş bim cara ewilîn di rojnameya azadiya welat de derçûye.. defa hawarê ye.. manîfestoya azadî û serxwebûna kurdistanê ye.. tên.. de bila bên!



tên. ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.

weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û

di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

tên. bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,

bi salan e, talan e.

lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

beran e...

baran e...

çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..

tên. ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.

xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

tên. ji bo ku kokên me biqeliînin tên. bila bên.

hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku

ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

lê wê şûşî erdê bibin.

kokên me di kêvir de şûr in.

ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.

ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

qeraş,

tên. ji bo ku hestiyên me bihêrin.

tên. ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

tên. ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.

bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,

bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û

bi paletên tanqên xwe yên zîqezîq tên.

dev ji wan berdin bila bên. bila bên û li vê axê

di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.

ne ehlê xwedê ne heq dikin…



25.10.2013 00:01 | endazer


3. (bnr: helbestên rênas jiyan)



Here lînkê



02.07.2014 14:53 | xendekî

4. Li aliyê semsûrê di wateya qet, hîç de têt bikaranîn
Wekî ez ji te kok heznakim.
Kok nehîştine cî (hemû) xwarine.
kok pîvaz nemaye ku şîveke çêbikim.



09.10.2021 02:30 ~2021.10.17 01:53 | çomo

5. li herêma mêrdînê di wateya ji binîve bi temamî jî tê emilandin.

weke mînak,

cêyrana me qels bu, min jî rabû bişkoka regulatorê ba da. tew cêyran kok çû.

xopanê hesinê derî xwahr bibû.mego emê bi çakûç rast bikin lê kok çû.



09.10.2021 11:23 | tîrêj zana 21

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» koka kûçikan digihîje asyaya navîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî