Ferhenga înteraktîf
hawara dîcleyê
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hawara dîcleyê

1. pirtûka Nivîskarê nemir Mehmed uzun ku jiyana mîr bedîrxan ji devê lehengê romanê biroyê dengbêj vedibeje.

Mehmed uzun dema romana xwe ya ewil çap dike (Tu-1985) dest nivîsandina Hawara Dîcleye dike.Ev romana nivîskarê nemir ya dawîyê ye û 2002 de derdikeve peşberî xwendevanan.



03.11.2013 15:28 | diljan

2. serencema û şikestina Mîr bedirxan û mişextbûna (sirgunî) wî ya stenbol ,girava Gîrît û qonaxa dawî şam e her kurdê welatperwer kelegirî dike. bi ya min ev roman asoya romana kurdî ya.



03.11.2013 15:31 | diljan

3. pirtûka ku doh min li fûara kitêban a tuyapê kirî ye. di demeke nêz de ez ê bixwînim. min dixwest hemû berhemên mehmed uzun ên bi kurdî bikirim lê perê min têra min nedikir. him jî erzan bûbû bi xêra fûarê.



23.05.2014 11:21 | kurê xelkê

4. (bnr: xuşîna mirovan) ? *



23.05.2014 12:10 | endazer

5. min doh dest bi xwendina vê pirtûka qelind dikir. bi rastî jî bi vegotineke pir zelal û sade nivîsiye nemir mehmed uzun.



04.06.2014 13:34 | kurê xelkê

6. pirtûka mine peşîn e ko min bi zimanê kurdî xwend u qedand .

zimanÊ min hinekî zirto virto be jÎ edÎ biborÎnin



02.09.2014 16:57 | sarpimoleni

7. rastî bejim ez hinekÎ xemgÎn bûm pişt xwendina vÎ pirtukÊ

min digo niha ez ê yaşar kemal li navda bibÎnim.dewlemendîyeka ji alîyÊ peyva qet nîn bu



06.09.2014 17:49 | sarpimoleni

8. asoya romana kurmancî ye.



24.03.2016 23:36 | xulamê mîr

9. qêrîn tên fetisandin,girîn rondiken xwe winda dikin,pirs tên vêşartin,bedenên westîyayî sist dibin,derî bi hêdîka vedibin,însan bi endîşe tevgera xwe girêdidin û stêr bêdeng dirijên...rûpel 260



25.03.2016 00:53 | quşxaneli

10. di nav pirtûken mehmed uzun de yekem ya min xwendiye ye .

min bi dêlhejîyek dest xwendinÊ kir û aliyekÎ ve jÎ tirs heye çimkÎ pirtûk dema mÎran de derbas dibe ,mekan cizîra botan e û serpêhatiyên dengbêjekî dide ber çavên me .ez jÎ teze teze pirtûkên kurdî dixwînim û ji aliyê peyvan ve jî wisa dewlemendiyeke min tune . min jî got niha ferheng ji destê min nakeve .

lê mixabin wisa nebû

erê pirtûkê de qala tiştên herine xweşa me kurdên polîtîk û welatperest pir hene . çemê dîcleyê,mîr, birca belek ,ezidî,laleş ,fille (êrmenî), osmanî . topa osmaniyan dengbej, dengbêjî,hesp, şer ,jin, memik ,doxînsistî mezel , tir , fıs, deşt ,zinar, kevnar ...... lê mixabin hemûk pirtûk devdora van peyvan diçe tê . xêncî van peyvan peyveke nû tune ye û ji me re tişteke nû jî nabîje ti kûrahiyeka fikrê pirtûkÊ jî tune ye .

pirtûk ji bo kesên nû nû kurdî hînbûne û dixwazin kurdiya xwe pêş ve bivin re pir cûda ye. ez jî ji wan re li vir dibêjim ku hevalno ; hildin bixwînin û ji romantîkbûnê jî dev berdin. pirtûkeke ewgas jî xweş nîne .



min bîrkir peyva şevbuhêrk jî zehfÎ caran tê bikaranîn.



17.05.2016 21:43 ~21:44 | xeteraqirêj

11. Pirtûka ku dibe nabe dengê Biroyî tam nabihîzim. Çirayê vedikim lê ya çira ditefe* ya jî pirsgirêkeke din derdikeve nikarim pirtûkê xilas bikim. Tiştê ku min xwend û tê bîra min pirtûk di sedsala 19an de derbas dibe. Pirtûk qala Biroyê ku dixwaze bibe dengbêj dike.

Şayesandinên ku Mehmed uzun gelekî hêja ne. Di pirtûkê de jî tewsîra Nînovayê û tewratê gelek hêjayî xwendinê bû.



07.12.2020 13:20 | yûsiv

12. Mehmed uzun bavê edebiyata kurdî ya nûjen e û ev pirtûk ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin. Pirtûk di eslê xwe de dê bibe yek pirtûk, lê ji ber hin pirsgirêkan ew kirin 2 pirtûk. Herçiqas ji aliyê muhsin kızılkaya ve hatiye wergerandin bo tirkî jî, zimanê wê yê kurdî hê jî parastiye.
Ew pirtûkek e ku ez pir jê hez dikim.



09.04.2023 21:04 | horhorik

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hawara gûzan

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî