Ferhenga înteraktîf
siyahpûş
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-siyahpûş

1. Ew kurdekî sorî ye , bi tena xwe çûye bakurê welêt û li gundê Kurbeytê , devera Narik , bakurî navçeya Farqînê bi cî bûye .ew bê jin jiya ye û , gelekî feqîr û , perîşan bûye û di dawiya jiyana xwe de ji birçîna miriye .

Siyahpûş gelekî gerîya ye .ew çû ye Hekarya , Bexdê , û Tehranê . Bi zimanê Tirkî , Erebî , Farisî ,û Kurdî dizane .

li gundê Kurbeytê melatî kiriye . siyapoş hevçerxî simayîlê Bayezîdî ye (1654 -1709) . herwekî em dizanin ku simayîl şagirtê Xanî ye (1650 _1707) li gorî hesaban, seyfulmuluk di salên 1785 û 1790-î de hatiye nivisîn

dibêjin çend mêvanên wî ji devera Narik (xelkên vê deverê bi diziyê tên naskirin ) hatine mêvandrî wî , û li cem wî xew kirine , û berî ku ew şiyar bibe , hersê mirîşkên wî bi xwe re dibin , ku ew jiyana wî ne , dema ku ew şiyar dibe dibîne ku mirîşkên wî hatine dizîn , pir dilsar û xemgîn bû ye , û bi ser wan ev hersê malik barandine :

Ehlê Narik ehlê narin

Bi dev dostin , bi dil neyarin

Sê mirîşkên Siyhboş hebûn ew jî xwarin .



05.11.2013 20:30 | felat

2. Şairekê wêjeya klasîka kurdî ye. Dawiya jiyana wî li herêma narik a farqîna bi amedê ve ye derbas bûye. Jiyana wî di nav xizanî û feqîriyê de boriye. Tew rojekê dizên narikê têne mirişkeka wî didizin. Ew jî vê helbestê lê dike ku hê jî li ser devan e.



Ehlê narik ehlê nar* in

Bi dev heval bi dil neyar in

mirîşkeke siyahpoş bû

Wê jî dizîn birin xwarin



24.11.2013 23:45 | ceso

3. helbestvanekê klasîka wêjeya kurdî ye.



Sewdazedeyê 'işqê to em ey rahetê can!

Ta kengî ji hîcranê te kem nale û efxan?

Eflaton û Calînos û 'Îsa me'e Loqman,

Billah ji cefa û elemê ma bi xecîl tên...



Siyahpoş



10.06.2015 12:41 | xendekî

4. helbestvanê vê çarînê:



Mirin xoş tê li min , nek ez cuda bim

Wekî perwane qurbanê çira bim



Bila 'umrêm se'atek be digel yar

Ne sed salan bimînim bêyî dildar



Siyahpoş



10.06.2015 12:48 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» siyahpûş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî