Ferhenga înteraktîf
rêzikên bêhempa yên stranên kurdî
(26) (1) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-rêzikên bêhempa yên stranên kurdî

1. ji koma rewşen, di strana Şevên Baranê;



...digerim, digerim, bawer e xwe dixapînim

vî werîsî ji vê derziyê, bi çi awayi derbaskim?...



13.06.2013 23:09 | simurg56

2. ji mehmet atlı, di strana li geliyekî;

ji helbesta nemir arjen arî;



...ar girtiye qurm

li dorê dileyize

çi kiribu

çi bu, gunehê dara berû...

...ramusan min veşartin li geliyekî...



14.06.2013 23:51 | azadixwaz

4. ''barê me welat e ey bira, rêka me dûr e.'' (bnr: ey bilbilê dilşadî) (bnr: seydayê tîrêj) (bnr: şivan perwer)(bnr: koroya şaredariya bajarê mezin a amedê)



29.06.2013 03:12 | endazer

5. siya şevê - derew e;



"...lê lê şev derew e

reş û spî derew e

tu xewn î, xewn derew e

were min bixapîne...."



"...lê lê al derew e

ala ku bi ba pêl dibe

sond li ser wî pir dibe

sed rengî sed derew e..."



29.06.2013 13:39 | simurg56

7. ''çiiiiiiii digerîîîî mîîîna heeespên bêêê gem û zîn hey lê! (bnr: koma wetan) (bnr: çi digeri) (bnr: hespên bê gem û zîn)



12.07.2013 14:52 | endazer

8. "..wekî comerdan,

were meydanê.

destên min bigre,

derxe ji zindanê..."



(ciwan haco - pêjna te nayê)



27.07.2013 23:29 | simurg56

11. Eger tu bê, bi canê te dilxweş im

Ku tu neyî, ji hîcranê dilsoj im

Were derdê xwe tev berde dilê min

Yan bimrim, yan bisojim, yan binasim.

(stûr: baba tahir)



10.08.2013 01:55 | reşkêşevê

12. Te ez kalkirim bi ciwanî

Lê ez xort, bûm tu baş zanî

Pelê dara min te weşand

Buhar çû, te payîz anî



Hêviya min nema di jînê de

Bê kes mame vê dinê de

Gula dilê min çilmisî

Qe şîn nabe ji îro pêde



Ka tu biner li halê min

Te çi aniye li serê min

Birînê zor daye ser min

Mirin gelek nêzîk bû li min



Birîn kûre cebar nabe

Bi dermanan rehet nabe

Heyfa min tê li wê heyfê

Ku li mirinê çare nabe



Gotin: (bnr: ebdulmesîh efrînî)

Muzîk: (bnr: aram tîkran)



10.08.2013 02:14 | gabarî

13. ketime ser sîngê wê.



10.08.2013 12:14 | reşkêşevê

14. jan arslan-ma ne bes e?



te çi anî serê min jînê

te'z xistim destê şînê...



http://www.youtube.com/watch?v=WG6UChIEuog



11.08.2013 12:45 | azadixwaz

15. min bedewiya xwe de veşére

di bédawîya xwe de

......

gulîyên xwe bike star,

gulîyên xwe bike xemla hêvîyên min



(bnr: hîvron- dicemidim)



11.08.2013 12:53 | gabarî

17. min dixwest ku dilê xwe şa bikim bi hatina te lê tu nehatÎ



11.08.2013 15:16 | eletewş

18. "memikê eyşana elî girover e mîna sêva eli paşa gundino". him bi şiroveya arif cizîrî him jî miço kendeş lê guhdarî bikin. pir straneke xemgîn e...



11.08.2013 21:35 | parsek

19. jan axîn-kul û kulîlk



ger ez ba buma

minê porê te bialasta

ger baran buma

xwe'li nav çavên te bixista



îcar jî ji vê kulê nemrim nemrim

careke din hew hez dikim...




20. mehmet atlı negrî



hijê bike rê û bimeşe

xwe li çiya bigre û bimeşe

emrê te hê çend û şeş e

negrî neke limin limin

negrî bikene li dû min



beşişînê bike rû min

şehîdê dilê te ez bim

nekenîne bime dujmin



12.08.2013 12:34 | newenda

21. gulê kesk û sor û zer e

nîşana alê li ser e

êdî reng spî û gewher e

şêrîn û peymana min î



ay lê gulê gula min î

şêrîna ber dilê min î

ez gul nadim malê dînê

li ser gulê têm kuştinê



12.08.2013 16:05 | mîrzal

22. BILBILÊ DILŞADÎ



Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e



Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can

Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê



Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye



Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e



Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî



Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e



Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin



Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e



Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar



Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e



Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev



Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e , geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e



Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der



Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser

Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e



Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye



Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e



Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan



Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.



(bnr: seydayé tîréj)

(bnr: cegerxwîn)

(bnr: şivan perwer)



12.08.2013 22:19 | gabarî

23. ji strana ji min hez bike ya mirady a ku ji gotinên nemir feqiyê teyran hatiye standin:



destê xwe dêne li ser eniya min

mîna ku destê te destê min be

min hembêz bike

mîna ku tême kuştin

ji min hez bike



21.08.2013 21:20 | azadixwaz

24. ji gula sor:



nazenîn

xemrevÎn

xemilîn

pê zemÎn



21.08.2013 21:23 | çukko

25. lê lê bêmal! tu ne sêv î, sêvê meletyê,sal donzde meh di paşila xwe bigerînim. rokî remezanê sihor û fitara xwe bi te vekim lê lê bêmaaaaaaal! (eyşe şan-bêmal)



13.09.2013 05:34 | tavgezokî

Rûpel: ( 1 2 3 4 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzikên herî romantîk ên stranên kurdî
» yên ku îro têketine
» stranên kurdî yên herî tê zanin
» kurdî ra xas vateyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî