Ferhenga înteraktîf
kişe kişe kiş mirîşkê wî serê min dêşê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kişe kişe kiş mirîşkê wî serê min dêşê

1. Straneke gelêriya ku ez pirr û pirr jê hez dikim.

Vaye gotinên stranê digel vîdoyeke orjînal.



Kişe kişe kiş mirîşkê wî serê min dêşe

Kişe kişe kiş mirîşkê wî dilê min dêşe

Mirîşka min a reş e wî serê min dêşe

Mirîşka mina reş e wî dilê min dêşe

Kê mirîşka min birye wî serê min dêşe

Kê mirîşka min birye wî dilê min dêşe



Mirîşka mina reş e wî serê min dêşe

Mirîşka mina reş e wî dilê min dêşe

Kê mirîşka min birye wî serê min dêşe

Kê mirîşka min birye wî dilê min dêşe

Teslîmê rebbê jorê wi wî serê min dêşe

Teslîmê rebbê jorê wi wî dilê min dêşe



Çingi çik çiçika leçik leylika leylane

Çingi çik çiçika leçik secika se cane



Gotin û Muzîk: Gelêrî

Here lînkê



28.11.2013 23:18 ~2015.04.07 08:28 | ceso

2. maneya wî giran e.



29.11.2013 01:17 | ozmoz

3. Berê me gelek mirîşk xweyî dikir. Nêzî sih hevî hebû . Min navek li her yekî kiribû. Binevş, popê,sorê,reşê, gêjê, zîrek,kewê... îcar hin caran sînorên ku me ji wan re kifş kiribû(diya min bi têlên hesinî û bi çikilên daran ew belengazanan dorpêç kiribûn) derbas dibûn. Min şivek hildida û dida dû wan. Him min kişekişê wan dikir him jî ev strana bi deng distra. Mirîşk jî bêhtir dîn û har dibûn. Rewşeke seyr bû. Hê jî hez vê stranê dikim
Û bêriya wan mirîşkên xwe yî rehmetî dikim.



09.11.2019 13:48 ~13:50 | fatoş xanim

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kişe kişe kiş mirîşkê wî serê min dêşê
» kişe kişe kiş mirîşkê wî serê min dêşê
» kişandina cixareyê
» mirîşkên zîreetê
» wîkîferhenga soranî
» serê te neketiye
» min bi kurdî nivisî ku ji bilî xwedê û kurdan kesek nikaribe bixwîne

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî