Ferhenga înteraktîf
hirç
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hirç

2. ajalekî ku ji film kartonan de wisa di serê min de maye, hingiv dixwe û zivistanî gişî radizê.



12.12.2013 18:52 | dijber

3. heywana ku keçik herî zêde ji maketên wê hez dikin. ew maketên pirço.

belkî ev rewş derbarê pirsa jin çi dixwazin de fikrek bide..



12.12.2013 22:20 | simurg56

4. navlêk a merive gelew.. hirço



12.12.2013 22:29 | sîyabend

5. zimanê kurdî de bi mecazî wate a wê; xurt bûn, bihêzî, bicesaret bûn û ciwanî ye. (mînak: maşelah wek hirçekî xurte.)

zimanê tirkî de wate a wê: cahiltî, dinyanedîtî, kertî û dexelî ye.( mînak: çüşş ayı, önüne bak)



13.12.2013 09:56 | nazim tolhildan

6. heywanekî zehf xedar e



06.01.2014 16:45 | bagurdan

7. heywanÊ kÛ niha di xewdaye Û tirşikvanÊn me ji vÎ rewşÊ cesaret hildane Û li paş wÎ diavÊjin. tirşikvanên ezîz bila bizanibin kÛ bahara her zivistanÊ heye û gavÊn xwe gorÊ wÎ biavÊjin.



06.01.2014 20:42 | por gijik

8. Bi navê lîstika Anton Çêxov e.



27.03.2014 00:41 | tavrosi

9. Hemû hirç hov û kovî ne. Piraniya wan bêzerar in. Hirç gûz, findiq, mêwe, kêz û mûran dixwin. Ew zivistanan dikevin gindoran û di qulan de radikevin.cp

logoya/maskota rûsyayê ye.

(bnr: hirça sipî)

ji %90 ji ansîklopediya zarokan e.



16.05.2020 17:38 ~2021.05.20 15:51 | sitî cp

10. hirç di folklora xoresanê de, wek meymûnekî piçûk, bipirç û çavbeloq tê zanîn. xelk bawer dike ku bi şev keriyê pezan dikişîne û wan diwestîne. ev mexlûq wekî yek ji sedemên sereke yên jar û zeîfbûna pez yan dewaran tê nasîn. ji ber vê yekê şivan û gavan şîrêzekê bi navê qereqûrut ser heywanan tê didin da ku hirç gava siwarî wan bû bila bizeliqe û ew jî wî biqefêlin. Here lînkê



30.12.2021 17:48 ~17:49 | ezcan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hirça sipî

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî