Ferhenga înteraktîf
hesin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hesin

1. metaleke ku sembola wî ya kîmyayî "fe" ye. û bi kêrî çêkirina derzî û şûjinan dihê ku mirov dikare di qûna qaşo kurdan de rake.



13.12.2013 23:29 | dijber

2. made û metal û madena ku li cem me jê re hêsin tê gotin..

û ji kesên ku şikl û şêweyekî didin vê madeyê re jî heddad tê gotin..



13.12.2013 23:33 | endazer

3. elementa ku tê îdîakirin ku ji bo ku derkeve holê wexteke ku ji emrê dinyayê dirêjtir e, pêwist e. û tê gotin ku ji ber vê yekê pêwist e ev element ji dereke din hatibe dinyayê. û dîsa tê gotin ku di quranê de qala daxistina hêsinê ya li dinyayê tê kirin ku ev yek vê rastiyê nîşan dide.

wellehî min lêkolînê ser nekiriye, îdîa jî ne ya min. hema ser min de newin



13.12.2013 23:43 | simurg56

4. ji bo nalên hespa amûrekî baş ê ..



14.12.2013 21:29 | newenda

5. li cem ittara kîla hesina 500 hezarê tirkî ye



15.12.2013 00:28 | bavêhegel

6. elementeka hişke di dereceyeka zêdede dihele yanî dereng dihele jiber vî awhayî ji bû çêkirina amûran filanan û bêvanan elementek pir bikêre. elementa ku dema şildibe û kevn dibe zingarî dibe.



17.09.2015 15:44 | shorbevan

7. navê metala herî zêde tê zanîn e. metaleke pir saxlem û zexm e. ji ber wê gelek beşên pîşesaziyê de tê bikaranîn. wekî din bi betonê ve tev malzemeya herî girîng a betonarmeyê ye. piraniya avahiyên modern bi hevkariya hesin û betonê ve tev tên çêkirin.



03.11.2016 14:29 | nazim tolhildan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesinkar

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî