Ferhenga înteraktîf
bila tîpên ku ne bi kurdî ne neyên bikaranîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-bila tîpên ku ne bi kurdî ne neyên bikaranîn

1. tiştê ku divê li tirşikê wek rêzikekê bête qebûlkirin.heyran tirşika me bûye hewdel bûye şorbenîsk û haya me jê tine. ev pirsgirêk bi zêdehî li navê kesan derdikeve. wek mînak: sırrı süreyya önder.

divê ev sernivîs wilo bûya: sirri sureyya onder



29.12.2013 12:44 | oxir

2. nêrîneke çewt e. ji ber ku navên taybet nayên wergerandin, divê bi weke xwe bimînin. ger ne wisa be wê devlîhevî çêbe. em bêjin ataturk an etetûrk an tirrek?



29.12.2013 12:48 | simurg56

3. pêşniyara ku ji bo peyv û hevokên kurdî rast e.

lê bi ya min divê navên taybet di resenî û orjînaiya xwe de çawa bin wisa bên nivîsandin Wê çêtir be.



29.12.2013 12:50 | ceso

4. pêşniyara ku ti tevliheviYê nade.

ji bo navên taybetî; divê atatürk wek ataturk bê nivîsÎn. yanî nivîsîna bi kurdî tiştek e û xwendina bi kurdÎ tişteke din e. me nego wek etatirk an jî atatirk binivîsin.

heke ku di navbera me de ehmeqên ku ji ataturkê, atatürkê fêm nekin hebin bila xwe eşkere bikin.

nexwe em navê lenîn bi tîpên kîrîlî navê mao jî bi tîpên çînî binivîsîn?!



29.12.2013 13:14 | oxir

5. pêşniyar ku bi ya min balê dikişîne ser du xalan:

1. ku navên taybet wek xwe dihên nivîsîn îla heger mirov nizanibe çawa dihê nivîsin lew wê çaxê wek dibihîze dinivîse

2. bi ya min ferheng ji bo bersivdana pirsyaran be û heger hin mirov di şûna atatürkî de tirrek dinivîsin divê ew jî hebe û divê ew mijar jî bimîne.

mînak:

min mijara ereb şemo vekiribû lê bi pirrani wekî erebê şemoyî dihê gotin encex divê herdû hebin ji ber madem ez wekî ereb şemoyî dizanim dibe ku hinin dî jî di lêgerîna xwe de wisa binivîsin tiştê ji nivîskaran dihê xwestin ku li jêra mijarên ku navên wan xelet in, di beşê "bnr"ê de navê rast binivîsin wê çaxê dê xwender herdu alternatîfan bibîne û bixwîne..



29.12.2013 13:23 | dijber

6. (bnr: kê tirr kir)



29.12.2013 13:31 | ceso

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bila endazer û nazim tolhildan werine meydanê da ku em bizanin kî şêre kî berane
» tîpên kurdî
» kurdîkirina platform û xizmetên dijîtal
» bikaranîna lêgerîn di şûna telefonkirinê de

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî