Ferhenga înteraktîf
hunermend
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hunermend

1. Heta hunermendên li ser navê hunera Kurdî hunerê dikin fêrî Kurdî nebin, hunera wan serê wan bixwe



24.06.2013 01:11 | xewn

2. ji bo her kesekê bi şaxek ji şaxên hunerê yên wekê mûzîk û şano û sînema û wêne û peyker û nizanim çi û ne çi ve mijûl e tê gotin.. bi piranî di warê mûzîkê de eger canik û camêrek nejêhatî be dibêjin filankes stranbêj e ne hunermend.. ji ber ku heçî hunermend in afirîner in di cihê xwe de nasekinin çavê wan her û her li pêş û lûtkeyên bilind in lê stranbêj tenê stranên ku zimanên wan lê digere bi çend meqamên klasîk distire û serê xwe bi tiştekî din ve naêşîne.. di nav kurdan de ev pîşe nû nû bi pêş dikeve heta niha tişta ku me kurdan ji huner û sin'etê fêm dikir tenê karên destan yên wekê terzîtî, berberî, cûnkerî, hedadî, zêringerî û nizanim çi û ne çi bûn.. lê êdî kêm zêde di her warekê hunerên modern de kurd jî ya ku ji destê wan tê texsîr nakin û hewl didin ku par û behra xwe ji vê pasteya gerdûnî hilînin..



24.06.2013 12:28 | endazer

3. Muzîka kurdî gon dixwe, avis dibe, lê mixabin berî ku bizê, ber davê. Em rebenên Xwedê jî, bi stranên stranqeşmerokan bi xwe xweş tînin



24.06.2013 23:30 | xewn

6. peyva ku êdî gelemperî li şûna peyva stranbêj tê bikaranîn. ji bo hunermendên rastîn, rasterats navê karê wan tê gotin: nivîskar, hunermend, wênesaz û hwd.



25.02.2014 22:11 | simurg56

7. niha çêlî mêlî derketina dibe em hunermend in heke rast heke derû! go rast be xaltika min î şewqo jî hunermend e.



06.03.2014 13:14 | mamostanısebin

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hunermendên sûrprîz

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî