Ferhenga înteraktîf
rock mûzîka kurdî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-rock mûzîka kurdî

1. mûzîka ku bingeha wê bi koma wetan baş hatiye avêtin û îro bi gelek hunermendên serkeftî, êdî gihiştiye astekî girîng.

hinek ji mînakê wê;

(bnr: koma wetan)

(bnr: kerem gerdenzerî)

(bnr: koma rewşen)

(bnr: rockurd)

(bnr: mirady)

(bnr: sîmir rûdan)

(bnr: jan axîn)

(bnr: ferec)

(bnr: sîdar)

(bnr: rojhan beken)

(bnr: siya şevê)



01.01.2014 21:28 | simurg56

2. gelek baş e. bi rastî hêjayê guhdar kirinê ye.

dema mirov dide ber rockvanên tirkan mirov fêm dike ku rewşa rock mûzika kurdî gelek baş e.

di vê navberê de ev jî heye ;

(bnr: teq û req)



02.01.2014 00:03 | brusk56

4. mûzîka ku temsîldarê wê yê herî mezin bê şik û guman koma rewşen e.

weke guhdarvaneke mûzîka rock ya biyanî û kurdî (û hinekî jî tirkî), dikarim bibêjim ku koma rewşen, di warê rock mûzîkê de ji standartan pêşdetir e û li ber gelek rockerên tirk de jixwe pîrê rockê e.

nexwe çi ye yanî? ya ku rewşen dike pop e?

koma wetan, ji ber ku bingeha vî karî avêtiye; hêjayî pesindayînê ye lê herkes jî dizane gelek stranên wan ne rock bû jî. lê ji ber ku yekemîn bû, koma rewşen jî tê de, her kes rêzê jê re digire. lê ger em berhevdanekê rastîn çêbikin, koma rewşen jî rockurd jî ji koma wetan serkeftîtir in, rock'tir in.



03.01.2014 20:42 | simurg56

6. stranbêja yekem sozdar e. lê mixabin zêde agahî di derbarê wê tune.



07.03.2014 01:27 | berxweda

7. tişta ku di derberê de, kurdistan tv yê , bi harûn ataman re gotûbêj kiriye ye.

ji vir dikare were temaşe kirin. kerem kin ;







10.03.2014 15:21 | brusk56



13. niha tu komên çalak tune ne! divê bêtir konsera bidin!!



11.07.2017 20:39 | xwelî li ser

14. Ez nizanim ka niha komeke rock aktîf heye an na. Lê ez dizanim ku zimanê rastî yê muzîkê, kurdî ye. Stranên rockê bi kurdî xweş in.

Di lîsteyê de 250 muzîka rocka kurdî heye:

Here lînkê



23.03.2023 20:28 ~21:05 | horhorik

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rocket science
» mûzîka trap
» kurdî ra xas vateyan

Kategoriyên mijarê:: muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî