Ferhenga înteraktîf
sabûna kizwanan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-sabûna kizwanan

1. sabûna ku ji rûnê kizwanan çêdibe.. jê re sabûna bitim jî tê gotin.. cara ewil li gundê me, ji aliyê diya min ve hatiye çêkirin *.. bi qasê ku tê bîra min kizwanan dihêrin, paşê di sîtilekî de di nav avê de dikelînin heta ku rohn bibe.. pişt re didin ber tavê heta ku ziwa dibe..

sabûneke gelekî sûdemend û kêrhatî ye, ji bo nexweşînên egzamayê û werÎna pora serê mirov derman e.. piştî ku prensesa qraliyeta îngÎlîstanê di serdaneka xwe ya ji bo mêrdînê de çend qalib ji vê sabûnê dixwaze,meşhûr dibe û navê wê derdikeve..

wextê ez di lîseyê de rojekî mamosteyê me yê kîmyayê di dersê de li ser texte formûlek dirêj nivîsand û bi timtêleke ji xwe gelek razî ku eve jî formûla sabûnê ye -ders organîk kîmya bû- ez jî rabûm û min jê re got mamoste diya min bêyî formûlasyon û bêyî labûratuwar di nav malê de sabûnê çêdike, devê mamoste şeş gazan ji hev ma tabî ji ecêbiyê, go çawa yanî? min jî jê re behsa sabûna kizwanan kir.. tabî ev mesele û serpêhatiya ku ez behsê dikim hêj prensesa îngîlîz serdana mêrdînê nekirî û sabûna kizwanan ev çend popûler û medyatîk nebûyî qewimî..



04.01.2014 05:04 | endazer

2. Sabûna herî biqalîte ya kurdistanê ye. Ji ber wê kêloya wê ji goşt jî ji penîr jî buhatir e. Heta tê bîra min kêloya wê di navbera 25-30-40 mîlyonî de ye.

(bnr: sabûn)



25.02.2015 00:09 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» sabûna şîrê keran

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî