Ferhenga înteraktîf
taybetiyên xweser ên dayikên kurd
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-taybetiyên xweser ên dayikên kurd

1. rindin, başin, xweşin, rûkenin... lê bi sêrî de xîret û fidakarin. ango dayikin, dayikên bi xas in. wêrisên çan û wêjeya devkî û kewneşopa kurdanin. bi kurdî diaxifin û jîyana xwe bi kurdî berdewam dikin. zarokên xwe bi kurdî hez dikin. ji hebûna kurdan re bircên dawînin. lê roj bi roj kêm dibin. zêdebûna dayikên tirkmancan, dibe sedema kêmbûna wan. tunebûna wan, tunebûna kurdane. digel vê yekê, em qet qîmetê wan nizanin.



05.01.2014 13:19 | nazim tolhildan

2. fedakarî fedakarî fedakarî !

herî kê 5-6 zarok tînin dinê û emrê xwe bi mezinkirina wan diqedînin.

piraniya wan belkî carek tenê jî ji bo gerê neçûne bajarek din. carek tenê li malê xwarin hebe jî neçûne li derve xwarin nexwarine. emrê xwe li malê bi çêkirina xwarinê û bi mezinkirina zarokan borandine...



12.06.2014 00:46 | brusk56

3. eger ji min re bêjin bi peyvekê rave bike ez ê bêjim rehm!

mixabin kurdên me pirr baş qedr û qîmeta wan nizanin lê rehma ku di dayikên me de hene dikare hemû qirêjiyên jiyanê binixumîne

dema diya min mir ez çar salî bûm yanî ez bêyî dê mezin bûm dema qal dikin dibêjin di şeva xwe ya dawiyê de gotiye hele serhedê min bînin paxila min.. yanî dema çû dilovaniya xwedê jî ez di bîra wê de bûme. . de hûn dizanin bêbextno



12.06.2014 00:53 | ferhenga şikestî

4. kelogirîne, dilê wan yê bi kul û birîn tu caran ji wan re dilxweşiyê nake nesîb



12.06.2014 01:20 | renas

5. Gellek muqayesê (berhevdan) di nava zarokên xwe û zarokên xelkê de dikin.. Ger zarokekê ciranekê wan an jî zarokekê nas û dostên wan bûbin xwedî kar û meqam û me'mûr û zarokên wan nebûbin tiştek heta êvarê wê bêjin kurê filankesî bûye qodeman û me'mûr û tu nebûyî tiştek.. Ma qey ceynika te ji wan naêşê û filan....



12.06.2014 14:36 | nan û av

6. bêtir hej zarokên xwe yên kur dikin..

û dema malavahiyê li yekî dikin jê re dibêjin; xwudê kurê te bihêle an xwudê kurekî bide te.. *



12.06.2014 14:49 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetiyên xweser ên dayikên kurd
» xweserî
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» dayikên bi deq
» kurdîstan tu wate ye

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî