Ferhenga înteraktîf
amûdê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-amûdê

1. Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî navçeya Qamişlo ye, ser bi parêzgeha Hesekê ye û nêzîka 30 kîlometran dikeve rojavayê Qamişloû 80 kîlometre dikeve bakur‑rojhilatê Hesekê. Hejmara nişteciyên bajarê Amûdê (ligel 156 gundên wê) nêzîka 200.000 kes e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin a Kurdên Êzdî dijîn. 13-ê çiriya paşîn a 1960-ê di şewata sînema Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hat tawanbarkirin, nêzîka 200 xwendekarên dibistanê mirin.



Çavkanî: Wikipedia



07.01.2014 13:07 | brusk56


3. bajarê ku li ber dilê min pir şêrîn e.

bajerekî kevnar e.

dema dibêjin amûdê:girê şermola,çemê miçiqî,ehmedê huseynî û sed mixabin şewata sînemaya amûdê tên bîra mirovî.



08.01.2014 10:27 | gulan

4. bajarê bişev ji mêrdînê ve xuya ye. berê li ser rêya qoser-nisêbînê ve jî xuya dibû lê ji ber dîwarên tirkan çêkirine nema baş xuya dibin.

nîşe: şeveke vekirî de dema we berê xwe da berrîyê li hêla çepê nêzî texma çiyayan de hun dikarin amûdê bibînin.



05.01.2020 21:00 | berxweda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» amûdê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî