Ferhenga înteraktîf
li şûna olarak'a tirkî bikaranîna daçeka wek'ê
(0) (2) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-li şûna olarak'a tirkî bikaranîna daçeka wek'ê

1. nexweşiyeke bêderman e ku di nav entelijansiya me de belav bûye:

- ez wek siyasetmedarekî dibêjim ku...

(yanê ez ne siyasetmedar im, xwe dişibînim siyasetmedaran?)

- em wek komeleya mafên mirovan di heqê vê mijarê de...

(komeleya mafên mirovan tiştek gotiye û em jî wek wê di heqê vê mijarê de wisa dibêjin? yanê çi?)

ji ber ku me bi tirkî xwendiye ev ji me re xerîb nayê, lê bawer im ku hûn herin ji gundiyekî yextiyar re bibêjin "tu wek gundiyekî di heqê vê mijarê de çi difikirî?" wê bi kopalan bide ser we.

dermanê vê nexweşiyê çi ye, em ê li şûna wê çi bi kar bînin, ez jî nizanim.



15.01.2014 21:28 | gurê manco


3. ez weke nivîskarekî tirşikê vê gotinê gelek bikartînim *

rast e jî . yanê ketiye di nav zimaênê me. êdî tu hewldan ne hewce ye ji bo guhertinê. bi qasê dibînim gelek tê bikaranîn û herkes fêm jî dike. nexwe pirsgirêk çi ye ?



16.01.2014 02:25 | brusk56

4. (bnr: tîr li ku das li ku)

mijara ku ti eleqeya sernivîs û naverokê bi hev re tine.



16.01.2014 05:57 | oxir

5. mijara ku ji ber ku navê wê de hinek sembolên qedexe hatibûn bikaranîn, navê mijarê ji aliyê sîstemê ve otomatîk hatibû kurtkirin û bûbû weke "li şûna". neyse problem hate çareserkirin û navê mijarê hat rastkirin.

ger em werin meseleya mijarê: bi ya min jî, êdî ev bikaranîna daçeka wek'ê, êdî zimanê kurdî de jî cihê xwe girtiye. ne hewce ye ku em xwe jê aciz bikin.



16.01.2014 19:34 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» şûna 'û'yê bikaranîna 'o'yê
» tirkîbûna tirşikê
» bikaranîna nimreyên plakayên tirkiyeyê
» daçeka ci ya di tirkî de

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî