Ferhenga înteraktîf
gotinên stranan yên ne diyar
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-gotinên stranan yên ne diyar

1. hinek gotinên stranan in ku carna ji ber awayê gotinê ya stanbên nayên fêhmkirin û carna jî ji ber awayê guhdar * nayê fêhmkirin an jî tê fêhmkirin lê wate nayê zanîn in.



piştî evqas ravekirin ezê yekê bipirsim;

vê saetê ezê nekarim bêjim ka strana kê û çi stran e lê stranekê de wiha tê gotin:

"li wêdê ma camiya ketî mêrga geya(giya), li wêdê ma evîna min şuna piya"

ji kerema xwe re bila hevaleke zana bêje ka "camî"ya li vir çi ye, bawerim min rast bihistiye.



28.01.2014 00:40 | azadixwaz

2. halla halla*) a yekem camî çima dikeve? çi têkilî di navbera camî û evînê de heye? û çima dikeve li ser û giya dipelixe û ew li piya disekîne? ango bi ya min stranbêj di vir de dixwaze bibêje ku camî jî bikeve giya jî bipelixe top li dinê jî bikeve qiyamet jî rabe dîsa jî evîna min li ser piya ye*))



28.01.2014 02:43 | ferhenga şikestî

3. stranekî feyruşah heye bi navê emê gozel.. yaw ez dikim ku ji meraqê û tênegihîştinê bimirim bû 2 hefte ye ku godarî dikim lê ji xeynî çend peyvan min gûyekî jî fêm nekir de bila xêra dê û bavê we be ku heke yekî/ê fêm kiribe ji kerema xwe re di vir de binivîse û xwedê ji wî/ê kesî/ê re xêr binivîse



28.01.2014 02:47 | ferhenga şikestî

4. derdê biderman e. dermanê wê jî mirovên bihîstiyar in lê mixabin tekane mirova zanim ku baş ji gotinan fêhm dike hem dur e û hem jî şerm dikim ku bipirsim.



29.01.2014 23:47 | azadixwaz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêşiyên kurdan
» yên bi remezanê tên
» diyarbakir forum

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî