Ferhenga înteraktîf
oforî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-oforî

1. bi îngîlîzî: euphoria

dilşadiya bêsedem e. bi ya min, pênasa wê ya herî hêsan ev e.

eslê xwe de tişteke ne normal e û ger sedem norolojîk bin, nexweşiyek e. (sîfîlîz, multîple skleroz)

lê ji ber alkol û tiryakan û ji ber îlacan jî çêdibe (morfîn, meperîdîn, metadon, amfetamîn, kodeîn, kortîkosteroîd û hwd.)

di vir de pirsgirêk eslê xwe de, "nekarîna xemgînbûn" e.

nexweşiyên psîkîyatrîk yên weke bîpolar (dema manîyê de) û sîklotîmîyê de jî tê dîtin.

ji ber hîpertîroîdîzm û ji ber derbewarina li serê xwe jî diqewime. (sendroma frontal dîsînhîbîsyonê)



jiyana rojane de jî carina tişt ewqas xerab dibin û kar û barên mirov ewqas dijwar dibin ku mirov êdî nizane çawa hîs bike û bêsedem dikene, bi herkesî re henekan dike û êdî nikare cîdî cîdî xemgîn bibe. ez bawer im ev jî sîmûlasyoneke oforiyê ye. beriya azmûnên zehmet, carina aha wilo li me dihat.



dema mirov weke sporê bibeze, laşê mirov de sekresyona endorfînan zêde dibe. ku ev endorfîn di mejiyê mirovan de li gelek reseptorên opîod ve tên girêdan. zehfê wan li mejiya pêş bi cî bûne û têkildarî hestên erênî ne. ji ber vê têkiliyê tê îdîakirin ku bezîn jî dikare bibe sedema oforîyê.



05.02.2014 21:07 | simurg56

3. hesta piştî piraniya nobetên xirab pêk tê. mirov bêyî sedem hema kêfxweş e.



08.07.2014 11:57 | azadixwaz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» oforî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî