Ferhenga înteraktîf
director's cut
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-director's cut

1. versiyona berhemên temaşeyê (bi taybetî fîlmên sînemayê) yên ku hê beşên zêde jê hatine avêtin. yanî versiyona ku li ber destê derhêner e. dawiyê de wê ji vê versiyonê hinek beş werin avêtin mavêtin û dawiyê de wê versiyona final cut derkeve.

gelek caran piştî ku fîlm tê weşandin, versiyona director's cut jî weke dvdyek derdikeve piyasayê.

di van versiyonan de mirov sahneyên ku we li dînemayê nedîtibû, dibîne û ji ber ku van beşan avêtiye, dijûnan li derhêner dike.



08.02.2014 00:20 | simurg56

2. kopyaya rastîn ya fîlmê ye.. lê piştî ku fÎlm ji destê derhêner derdikeve û dikeve dest çêkerên (producer) fîlmê, bi xem û egerên wek; zêdedirêjbûna fÎlmê, sehne û sekansên ji konteksta fîlmê dûr filan, fîlmê diçirpilînin û dipirtikînin.. yanî bi mantiqe ticaretê dikutin qûna fîlmê..

ji ber hindê wek tembî û temenî dikarim bêjim; eger keyfa we ji torrentê re tê, darî versiyona director's cut ya fîlman bikin.. piştÎ fÎlmê nekevin pey pirsa, ev kî bÛ? ev çima wiha çêbû? filan..



08.02.2014 00:31 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» director's cut
» cute girl

Kategoriyên mijarê:: sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî