Ferhenga înteraktîf
xasenezer
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xasenezer

1. pirtûka arjen arî ya ceribandinan e.. ji nav weşanên evrensel basım yayınê derçûye.. ji nivîs û meqalatên wî yên ku di rojname û malperên kurdî de derçûne û yên hîn derneçûne pêk hatiye..



bûltena danasîna pirtûkê:



"Zimané ku em dibêjin zindî ye, di eslé xwe de û rasterast bi vén û şiyana mirovén xwediyé vî/wî zimanî ve girédayî ye. Em û em-civat bi 'dûnde'yén xwe dikarin heyîna xwe bidomînin; lé ziman? Ziman, bi qasî xwedîderketina me ya lé; heye, zindî ye. Em û civata em jé (em bi ser ve) ku beré xwe bidin zimanekî din, -sedem û mebestén me çi dibin bila bibin- bi bikaranîna bi salan re zimanek dikare xwe li zimané me, pé re li giyané me, pé re xwe li hest û hizr û her cure péjnén me mîna marekî rapéçe.

Kesên ku Arjen Arî nasdikin baş dizanin nirxa zimanê kurdî-kurmancî li ba çend pîroz bû û di hemî astên jiyanê de xwe hewcedarî bikaranîna zimanekî din ne didît. Hêza zimanê wî di herikbariya nivîsînên wî de xwe eşkere dike.

Xwendavanên hêja niha kerem kin pêkve bersiva Arjen Arî bixwînin li himberî ewan kesên ku dibêjin; 'Zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyeta nûjen e.'



rûpel: 152

bûha: 7 tl, bûhayê erzankirî; 5,25 tl..



http://www.idefix.com/kitap/xasenezer-arjen-ari/tanim.asp?sid=AAUGHTLOO1OS1V1YVE59



08.02.2014 09:02 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xasenezer

Kategoriyên mijarê:: weje pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî