Ferhenga înteraktîf
ehrîman
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ehrîman

1. li gorî baweriya zerdûştiyê, îlahê ku xerabiyê temsîl dike ye. beramberî wî jî hurmuz heye. li gorî hinek versiyonên mîtolojiyê, hemû xerabiya xwe berdaye mejiyê qralê xwînxwar dehaq û wî berdaye ser mirovên baş.

her wiha ahura mazda jî dîsa dijberê wî ye.



08.02.2014 22:00 | simurg56

2. (bnr: angra mainyu)

di baweriya zerdeştî'yê de nîşaneya nebaşî û xirabiyê ye.

li gor ola zerdeştî'yê ahûra mazda xwedayê mezin e, wî du alî afirandine: hurmuz û ehrîman. hurmûz nîşaneya başiyê, ehrîman jî ya nebaşiyê ye. du têgînên avesta'yê ne. her wiha li gor baweriyê heke başî hebe divê nebaşî jî hebe; heke spî heye nexwe reş jî heye. di vê çarçoveyê de li hember hurmûz (bnr: ahûra mazda) ehrîman afirandiye. ev herdu alî her demî di nav têkoşînê de ne.



04.07.2015 01:11 ~01:31 | xendekî

3. di lîteratûra medreseyên kurdî de wek ehremîn yan ehrîman û ahûra Mazda jî wek ehrîmazd tê bilêvkirin.

Ehremîn te’lîmî dabû Ebyedî dest tê hebû
Pur bi vê teʿlîm û rayê hatibû çûbû xîtab

Melayê cizîrî



09.02.2020 02:44 ~2021.07.17 02:18 | tizbîkêş

4. Li cem êzidiyan mexlûqatekî neqenc heye ku jê re dibêjin ehro. ew û melekê tawis hin caran şer dikin, ango mîna ehûra mezda û ehrîmanê zerdeştiyan di nav qayişkêşiya tarî û ronahiyê de ne.

çavkanî: folklora kurmanca, emînê evdal, r. 162-163



06.07.2022 03:57 ~03:58 | ezcan

5. carna meriv jî dibe



06.07.2022 21:39 | soheildavod

6. carna meriv jî dibe



06.07.2022 21:40 | soheildavod

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehrîman

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî