Ferhenga înteraktîf
baneşan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-baneşan

1. peyvên ku peroşî, şaşwazî, xweziyan û hwd. hestan bi awayekî tund nîşan didin, an jî ji bo gazîkirina/bangkirina li kesan tê bikaranîn.

weke mînak: ax!, wax!, hey!, lo!, hey lo!, lê!, erik!, ey!, ox!, oxweş!, hey wax!, de!

bi tirkî: ünlem



01.07.2013 11:43 | simurg56

2. li deverinan ji bo vê nîşana behitîn, ecêbîn, seyirîn, metelmanê tê bikar anîn de peyva sersûmîyê jî tê bikar anîn.. lê peyv ji kû ve hatiye an çawa çêbûye û sûm an sûmî tê çi wateyê nizanim..



12.07.2013 15:58 | endazer

3. Weyla evdalê! dayê nemayê! kezîkurrê!



13.10.2013 05:48 | zero

4. baneşan dema ku di nava kevanekê de bê bikaranîn wateya nebawerkirin û biçûkxistinê dide

mînak:

lawikekî pir jîr e (!)

mala we pir paqij in heyran (!)

pir zêde li ber dikeve (!)

(rêzimana kurmancî bahoz baran)



03.08.2014 03:40 | bêhûd

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» baneşan

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî