Ferhenga înteraktîf
her tişt vir e dinya fanî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-her tişt vir e dinya fanî

1. stranek ku peyvên wê ji aliyê beytocan hatiye nivîsandin û dîsa ji aliyê beytocan hatiye gotin e.

Peyvên wê wisa ne:



Her tişt vir e, dinya fanî

Te çi birî te çi anî

Te xwendiye bi çi zimanî

Gelo çima şiyar nabî



Rabe ji xewa xefletê

Guh mede mal û serwetê

Destê min li pêsira te

Roja Mehşer û axretê



Ev çi dewr e çi dewran e

Em hatin axirzeman e

Emir rê ye dinya xan e

Welatê min ne mêvan e



Rabe ji xewa xefletê

Guh mede mal û serwetê

Destê min li pêsira te

Roja Mehşer û axretê



û linka wê a youtubeê:



18.02.2014 15:36 | mergehez

2. straneke Beytocan e.

meriv kêjan hestê da be ferq nake dema ev stran vedibe bi peleguha meriva va digre û meriva davêje nav hestên xemgîn.

(bnr: beytocan)



14.06.2023 13:39 ~13:43 | bûtîmar

3. Gava min rewşa dawî ya beytocan dît êdî ew stran zêdetir sebeba xemgîniyê.



16.06.2023 07:20 | cinorek

4. (bnr: 12.09.2023 goça dawî ya beytocan)



12.09.2023 15:48 | cinorek

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» heriyên wan ne yek ba teriyên wan li hev du nedigeriya
» tiştê çû nede dû
» virr
» dinya mirin e

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî