Ferhenga înteraktîf

keşfek li ser çawaniya ku bûyerên cûda di paşeroj, îro û pêşerojê de bandorê li hev dikin. kujerek çawa dibe leheng û hwd......
(3 şîrove)
cloud atlas
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-cloud atlas

1. fîlmÊ XEYALÊ ZANISTÎ, ji romana David Mitchell, ji aliyê birayên Wachowski û Tom Tkywer ve di sala 2012an de hatiye kişandin.



6 serpêhatî û demên cuda. reenkarnasyon, başî, xerabî, lawazî û hêz; ol, bazirganî, pere, ŞOREŞ, HUNERÎ, xulamî, ŞER, EVÎN Û hevzayenDÎ... JI BO FÎLMEKÎ VAN MIJARAN GIŞA GELEK ZÊDE YE. LÊ BELÊ LI BA MIN DERHENÊRÊN VÊ FÎLMÊ HEQÊ WAN DAYE. JI XWE HEMA SÊ SEAT E.



fîlm pir caran ji ber ku mesajên xwe bi vekirî eşkere kiriye, hatiye rexne kirin. lê felsefe û fikrên fîlm li ba min vê kêmasiya wê veŞARTIYE.



21.02.2014 12:56 | biruya hayao miyazaki

2. fîlmek balkêş e. min berî salekê fîlan temaşe kiribû lê hema bêje qet nedihat bîra min. heta dema min fragman temaşe kir jî min tam fêhm nekir ka min berê temaşe kiriye an na, lê ji min re hinek nas dihat. neyse, min loma dîsa temaşe kir. me çi got? fîlmek balkêş e. û piçek dişibe rewşa min a ku min li jor behsê kir.

felsefeya fîlmê: li dijî neheqiyê bêdeng nemîne, nebêje "ma ez ê bikarim?"..

ji 5-6 senaryoyên cûda pêk tê ku ev hemû senaryo di demên ji hev dûr, diqewimin. dema mrov çîrokên di demên pêşerojê de bifikire, erê piçek dîstopîk e lê ne bi temamî.

ez jê poşmn nebûm ji ber ku fîlm mirov bêhnteng nake (nêzikî 3 saetan e) û li ser tiştinan dide fikirandin.

---spoiler---

sahneya dawîn ya fîlmê de dema ajan(?)ê sîstemê ji keçikê lêpirsin dikir, sahneyek xweş bû û jixwe peyama fîlmê ya bingehîn ku min li jor behsê kiribû, dubare dike;

- me te nedizaniya ku wê ev plan têk biçe?

+ erê min dizaniya.

- nexwe te çima qebûl kir?

+ ji bo peyama me bigihe hinekan û rastî bê fêhm kirin.

- lê ger tu kes ji vê "rastî"yê bawer neke?

+ ji niha ve yekê bawer kir. (behsa ajan bixwe dike)

---spoiler---



10.10.2014 10:01 | simurg56

3. fîlma ku her 6 beşên wê ji hêla mijar, tema û tevgerên serlehengan ve hev girêdayî ye.







(spoiler: sahneya ku mirovan wek mirîşka serjê dikirin û wê dîsa didan mirovên din gelekî bala min kişand )



03.11.2014 14:29 | berxweda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» cloudy with achance of meatballs
» atlasa soryazan

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî