Ferhenga înteraktîf
evîndarên çaya qaçax

Navê mijarê ya ewil ev bû:evîndarê çaya qaçax
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-evîndarên çaya qaçax

2. ew evindarige mezine lewma ji ber helbestvanen facebook u twitıre mirov ji we eviniye sar buye



03.03.2014 01:59 | devjeni

3. ew kes e ku çayê tenê ji demê vedixwe, qet av naxe ser û bêşekir vedixwe.



03.03.2014 07:48 | simurg56

4. Kesê/a çaydanê danê ber rexa xwe û heta ku firek tê de bimîne hema ser xwe'de dike. Hevalekî min heye, navê wî haşim e, malnemîrat ew tena serê xwe çaydanekî xilas dike.



10.01.2015 15:43 | xendekî

5. (bnr: çaya qaçax a bi alkol)*



10.01.2015 16:00 | nazim tolhildan

6. ecêb in. hevalekê min bo vexwarina çaya qaçax em kafe bi kefa digerand. îja dibêje tew a bêşekir pir biekl e. dûrî nîmeta xwedê, yeaaq.



05.11.2021 20:36 ~20:36 | biruya hayao miyazaki

7. Tiryakiyên qedehek çaya qaçax in. Çaya tirk li ber wan dibe weke mîza ga. Yek ji wan evîndar û tiryakiyan jî ez im. Ji bilî çaya qaçax wekî din çayekê nikarim vexwim. Carna li çaya tirk rast têm û yan bê dilê xwe vedixwim an jî qet venaxwum. Dema ji welêt dûr dikevim, li heyra peydakirina çaya qaçax dibim. Ji loma herim ku pakêtek çaya xwe bi xwe re dibim. Esseh jî divê di îskana bejnzirav de vexwim.



05.11.2021 22:19 | tîrêj zana 21

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» evîndarên çaya qaçax
» çaya beybûna
» qaçaxçitîya cixare

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî