Ferhenga înteraktîf
hêjîr
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hêjîr

1. cureyeka daran û fêkiya wê ya xweş e. gelek cureyên vê fêkiyê li kurdistanê çêdibin.



03.03.2014 02:34 | endazer

2. bi farisî încîr.



03.03.2014 02:35 | dara berrûyê

4. tişta ku beriya heftiyekê li ser otobana dîlokê, min û mamên min û pismamê min, me ji 15 kêloyan zêdetir berhev kir û anî amedê *

mamê min ku li ser otobanê li ku, darê kîjan fêkiyan heye dizan, me li cihê hejîran peyar kir û em ketin nêv de. ger polêsan me negirtiba me yê daran ji kokê rakiriba *



14.08.2014 17:46 | brusk56

5. (bnr: hêjîr)



14.08.2014 17:49 | karmatî

6. (bnr: hejîr)



li emrûd û xursa bi qoserê ve girêdayî zêdetirî 50 cureyên wê hene.



14.08.2014 22:41 | berxweda

8. yek ji fêkiyên cennetê ye. Di Quranê de Xudê teala pê sond dixwe. Ji min wetire hejîrên herî xweş hejîrên bêhnatî ne.



01.02.2015 00:53 | seydayê_peyvan

11. (bnr: dar hejîrokê)



01.02.2015 21:06 | hûteheftserî

12. Fêkiyeke hêja ya yên hişkkirî jî gelek bi tam in. weke din rêçala wan a bi guzan ve tê çêkirin jî hêjayî behskirinê ye. Ez hinekî din behs bikim divê biçim bikirim loma evqas bes e.



01.02.2015 21:14 | azadixwaz

13. di baweriya misilmantîyê de fêkiyek pîroz e, ji ber ku xwedêyê misilmanan li ser hêjîrê sond xwariye û gotîye:



التين والزيتون



19.03.2015 19:18 ~2015.03.27 01:58 | remlavêj

14. (bnr: xudayê ku li ser hêjîrê sond dixwe)



27.03.2015 02:16 | vêca çiyeeee

16. fêkiya ku ji fêkiyên xwedê fêkiyek e. di quranê de li serê sond hatiye xwarin ji ber ku di wê demê de ji bo erebên çolê weke xurmê, weke zeytûnê tişteke giranbiha bû. yanî li gor îslamê kartol çi be, pîvaz çi be, hêjîr jî ew e. ji ber ku hemûyan jî xwedê çêkiriye

(bnr: sondên quranê)



27.03.2015 10:08 | ceso

17. Fêkiya wextê wan e. Li dehlika bavê min de yeke du-sê salî heye û hêjirên wê jî pir xweş in. Diya min nikare dev jê berde û biçe dereke din. Hê biçuk e, heta dara wê mezin bibe emê ihracata wê bikin*.



06.09.2015 16:40 | azadixwaz

18. Weke tirî fêkiyeke havînê ye. Nava wê tije tixûmên biçûk in û tehma wê şêrîn û xweş e. Fêkiyên wê dihên hişkkirin jî. Rîçala wê jî çêdibe. Bi taybetî pir ji bêhna dara wê hez dikim.
Edît: em wek hejîr bilêv dikin.



13.09.2020 20:12 ~20:15 | xabûrî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêjîr

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî