Ferhenga înteraktîf
jin çi dixwazin
(10) (3) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-jin çi dixwazin

1. bi qasî ku disiplina psîkolojîyê peresendî (evolutionary psychology) pêşniyar dike, ev pirsa hanêyê ku, di bin du zemîn û çarçove de bê bersivandinê.



(1) çaxê kin: jin, bi awayî dilkeşî û seksîyê de, xortên ku xwedîyê (a) rûyekî simetrîk û maskulîn, (b) dengekî maskulîn, (c ) hunerên curbecur, û yê herî giringi, yê (d) bedenekî fît, çêtir dibînin.



(2) çaxê dirêj: (a) kubarî, (b) jîrî, (c ) qenc bav bûn, û dawîda yê herî giringî, (d) dewlemendî yê bi awayî finansî, çêtir dibînin û kesên ku xwedîya wan taybetîyene, dixwazin.



ji bo mijarakî hevşêwe, evîn: https://www.tirsik.net/e/23321



04.03.2014 14:47 | ervah.azad

2. Heta ku di kontrola ostrojen û progesteronê de bin hema bi $eref wê kes nizanîbin bê jin çi dixwazin. Di periyodeke wan a menstruasyonê de sed caran bilind û nizm dibe grafîka hormonên wan le ê me mêran testesteron e ew jî heta bi mirinê xêzeke dûz demadûz e û $ikir ji yezadanê mezin.



05.03.2014 10:38 | hemdilaarda

3. vaca pirsa:''Kurd çi dixwazin'' çi be ya vê pirsê jî heman tişt e.



05.03.2014 12:04 | gulan

5. kurdiya navê fîlma what women want ye ku yek ji serlehengên wê mel gibson e.



05.03.2014 13:35 | simurg56

6. bersiva vê ev e; jin mi dixwazin... hûn dixwazin ji wa bi pirsin jî...



06.03.2014 15:31 | mamostanısebin

8. jinekanî êran deyanewêt be serî rût bigerin



11.06.2017 22:04 | mindal

9. merên qadrolî :/



12.06.2017 15:09 | ferhenga şikestî

10. Tu pirtûk û kitêb têrê nakin ku ev pirs bê bersivandin.



21.04.2018 21:02 | rêşadcibranî

11. xwezî min bizanîba, da min yeko yeko li vir binivîsandiba da ku hûn jî xêrê jê bibinîn.
lê ew bixwe jî nizanin çi dixwazin :(



18.12.2020 18:56 | merwano

12. Ne ji tiştên ko mêr dixwazin cûdatir in: Jiyanek bêtirs, kêrî xwe hatin û hevserek ko bi bawerî pala xwe bidinê. Lê nizanim çima; zilam vê babetê gelekî mezin dikin û diqirqirin, " Jinik çi ji xwe fêhm kirine îca rebenê mêr ji wan fêhm bikin!"
Û hinik ji wan henin ko kezeba meriv dikin girar û sedema her pevçûnî digihînin bêhntengbûna cilketinê. Xwedê kir ko hepkî li ser rewşa xwezayî ketine û şitexalîya hormona ji xwe re kirine benîşt. Erê, yabo erê tu sûncê we nîne, hemû sincên hormonên me yî nesekne ne.



23.03.2021 18:41 ~2021.04.01 08:55 | pîroz

13. (bnr: şopîner)

ne hemû, belkî



29.09.2021 01:06 | heval.js

14. 1- mêr

2-jîyan

3-azadî.

**
silavek ji peyama efsane re: mêr çi dixwazin/80726



29.09.2021 05:29 ~05:32 | cinorek

15. (bnr: Şopînêr) an (bnr: şopîmêr) *
Silav jin çi dixwazin/136949



29.09.2021 12:34 | xwelî li ser

17. Dema behsa jina Kurd tê kirin yekem tişt tê bîra wê ku ew şervaneke leheng û dayikeke fedakar e.
Li Rojhilata Navîn jinbûn zehmet e lê ji bo jina Kurd gelek dijwartir e ji ber ku jinên Kurd ji parastina xaka xwe bi lehengî berpirsyar in.
Jina Kurd li hember “di nava nirxên feodal de û di nava malê de mabûn” di dîrokê de roleke girîng lîstiye. Di hemû rêxistinên bi meylên cuda yên ku di destpêka Têkoşîna Netewî ya Kurd de derketine holê, jinan rola pêşeng lîst.

Ez jinên din nizanim, lê jinên Kurd maf û nirxên berê dixwazin vegerin.



11.03.2023 19:57 ~2023.03.12 20:01 | horhorik

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» jinseyda
» çi çem e

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî