Ferhenga înteraktîf
guhdirêj
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-guhdirêj

1. bi maneyeka xwe ya mecazî ji bo keran tê bikaranîn.. lê ez dibêjim em dikarin di kurdî de ji bo term û têgeha tele kulak, wiretapping, phone tappingê jî bikar bînim.. eger em li gorî mantiqê destdirêjî û zimandirêjiyê bifikirin di tele kulak yanî guhdirêjiyê de jî bêyî destûr mûdaxaleyeke bi ser heq û hiqûqê kesekî din de heye û ji ber vê çendê em dikarin ji bo guhdarîkirin nepenî bêjin guhdirêjî û ji bo kesên vî karî dikin jî em dikarin bêjîn guhdirêj..



06.03.2014 05:50 | endazer

2. peyva ku bi rastî jî, ji bo telekulakê dikare were bikaranîn. fikreke gelekî baş e.



- cenga akpê û cemaatê, bi qeydên guhdirêjiya cemaatê ya ji bo akpê, dom dike.



06.03.2014 19:38 | simurg56

3. va rojê dawî guhdirêjî zahf têne kirin.



06.03.2014 19:48 | mamostanısebin

5. ez bawerim di gelek devokan de peyva guhdirêj hebe ku wate jî ker be..

yek jî guhrep heye.. dema bizin, mîh, hesp..hwd ji tiştêkî tirsiya guhên wan bi jor da bi hişkî rep dibin,

guhrep, kese/a pir çalak û nerîn û guhê wî/wê li ser her tiştên li derdorê diqewimin e ango ji haydarê/a piraniya qewimînan ( botan) hatiyê rave kirin lê disa dive ev peyv jî ne devokî bibe..



06.03.2014 23:33 | havka

6. di nav stranê şiwan perwer derbas dibe.







(bnr: gotingir)?



07.03.2014 22:15 | hun çawane heval

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» guhdirêj

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî