1. Sesamum indicum, sûsam,... |
|
09.03.2014 23:58 |
dara berrûyê
![]() |
2. peyvê zaroktiya min. |
|
10.03.2014 00:00 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
4. zimzimiyelî yelî yelî zimzimiyelî yeliyooo |
|
10.03.2014 00:00 |
gulgenim
![]() |
5. gotinek hebû me zarokan ji xwe re digot; |
|
10.03.2014 01:15 |
kevçiyê dil
![]() |
6. diya min wexta Îda, çorek çêdikir Û kuncî direşand ser çorekan wÊ demÊ bêhnekÎ xweş derdiket. ez nexweşÊ wÊ bêhnÊ me. |
|
10.03.2014 13:33 |
direj
![]() |
7. Tirkên entab, edene, mêrsîn ê hwd. jî, ji wê re wekî kuncî (küncü) dibêjin. |
|
29.11.2014 14:46 |
mîr
![]() |
8. xwarina ku li ser simîtan tê reşandin e. xwarina wê a herî xweş jî bi avayî ye. |
|
29.11.2014 15:00 |
nazim tolhildan
![]() |
9. Perçeyanê ke serê simîtan de yê. |
|
29.11.2014 15:16 |
endazyar
![]() |
10. ji bizrê riwekîre (dara kuncîyêre) tê gotin bizrê wî nîvî bêhtir rûne ji rûnê wî helaw û tihîn.. jê çêdibe wekî fêkî û biharatekî jî tê bikêrhanîn. |
|
08.11.2015 22:51 |
shorbevan
![]() |
11. Wekî hevalê mîr jî gotiye hevalekî minî ji Îskenderûn jî dibêje küncü û ji stranên kurdî hez dike, pir guhdarî dike hetta parve dike di medya civakî de. |
|
19.11.2020 22:52 |
xabûrî
![]() |
12. li êlihê û li midyadê navê du pastexaneyan e ku wek dizanim eleqeya wan ji hev nîne. ya li êlihê bêtir kulîçe û kulêreyên taştê çêdike û li pêşberî nexweşxaneya dewletê ya êlihê ye. tama kulêreyên wan ne xirab e. ya li midyadê neçûmê, tenê di ber re bihurîme û min hay ji tiştên tê de nîne. |
|
08.02.2022 16:51 |
endazer
![]() |
13. Dûv ku qelandina tovên wê tê kutan û dibe rûnê tehînî. Gava min bihîstibû tehînî ji kuncîyên qelandî çêdibe gelek ecêbmayî mabûm. Bi aqilê zarokatî min digot qey, kuncî bi tenê kêrî xemilandina nanên tenûrê û klorkan kadikan û kulîçeyan tê. |
|
08.02.2022 21:46 |
pîroz
![]() |
14. herçiqas jê hez bikim jî nikarim bi dilrehetî bixwim. piştî sîmît û nanikên* taştê an jî kulîçeyên cejnê ava tirş bela xwe dide min.:/ |
|
13.02.2022 23:16 ~23:16 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |