Ferhenga înteraktîf
düş sokağı sakinleri
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-düş sokağı sakinleri

1. komeke mûzîkê ya bi tirkî ye. gelek stranên wan yên xeşik hene. mûzîka wan de melankoliyek gelek kûr heye ku divê mirov hay jê hebe û xwe zêde tevlî neke. ger na, belkî hûn êdî nekarin jê derkevin.

ya meqbûl ew e ku mirov li çend stranên wan li playlista xwe zêde bike û hew. merûziyata wan ya demdirêj yek ji sedemên îspatkirî yên depresyonê ye.



stranên wan yên herî navdar ayrılık (veqetîn) û sevdan bir ateş in:











çend stranên din yên xweşik; hüzün kovan kuşu, veremem sana acımı, al beni yar, sen yine seni sev, olmuyor, ölümler çıplak gelir, kan revan îçîndeyîm, düş sokağı, hoşçakal, beni al uykumdan, Seni tanımayan yok bu şehirde ü hwd.



15.03.2014 12:50 | simurg56

2. koma ku wê ji bo kongreya diabetê a xwendevanên tipê a zaningeha dîcleyê konsertek bide ye. lê ji ber ku min pere neda, ez nikarim beşdar bibim.



15.03.2014 14:33 | brusk56

3. Komeke ku Li demên bohem tê guhdarîkirin. Radeya derbasbuna takekesiya bajarîya, weke titina semsurê mirov dihedinìne û xewarî dike...



15.03.2014 14:59 | janbarblues

4. komeke ku divê li nîve şevÊ bê guhdarîkirin. Stranên wan Ên herî melankolîk "ölümler çıplak gelir" e.



15.03.2014 18:56 | avên_sar

5. koma ku berî 15 salan min zêde zêde lê guhdar dikir. lê êdî nikarim. hê jî hejê dikim û rîtîm û gotinên stranan wek îro di bîra min de ne, lê belê dema li stranên wan yên kevin guhdar dikim, diçim salên berê û dikevim nav hestên gelek tevlîhev.
heçko di makîneya zemên de bim, ji wan roj û hestan hez bikim jî heçko êdî nikarim hilgirim. tiştek ecêb e. wek çîrûskan in stranên wan ku ji nişka ve şewatek ji hest û fikaran peyda dikin di hundirê min de.



15.05.2020 23:09 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» düşüş

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî