Ferhenga înteraktîf
lobiya reşşikan
(20) (10) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-lobiya reşşikan

1. bi qasê lobiya faîz û waîzan tunebe jî kêm zêde di tirşikê de lobiyeke wiha heye, û bêyî qisûr û kêmasî wezîfeya xwe bi heqqî eda dikin.. erê bi rastî jî carinan hin kes ew qasî bi sempatîzanî yanî korbawerî dinivîsin mirov bi xwe re nabîne tiştekî jê re bêje û binivîse, lê reşşikandinên organîze jî ne riyeka maqul e..

wek nivîskarekî ku hê destê wî li bişkoja reşşikê negeriyaye bi dileke rihat karim bêjim ku xêrê bikin û qet nebînin, û xwudê xêra wan qebûl neke, çeppik an reşşik ji min bi xwe re ne xem in, carinan dibînin ji ber vê meseleya çeppik û reşşikê hin nivîskar dikevin depresyonê de û dilê wan ji tirşikê reş dibe..



16.03.2014 22:54 | endazer

3. ne tişteke ewqasî giring e,

(bnr: hobiya reşşikan)



16.03.2014 23:58 | azadixwaz

4. lobiya ku bi rastî meraq dikim e ku ji kî kî pêk tê ye.

ji ber ku îstatîstîkên tirşikê ji xwe ne ew qas pêşketiye, qet ne xema min e.

yanê ger peyamên herî zêde hatî çepik kirin, ên herî zêde hatî reş kirin bihata dîtîn û di bin her peyaman de hejmara reyên erênî û neyênî hebûya, belkî ji bo min bibûya xem .

di vê navberê de ;

(bnr: kêmasiyên tirşikê)



17.03.2014 00:02 | brusk56

5. http://hizliresim.com/lYdG8E



10.05.2014 00:36 | mergehez

6. Dîsa dest bi kar kirine*



edît; neêşiyaaaaaaaa de lêxin hovino lêxin!



edìt2: henek dikim şekirnoo*



30.12.2014 17:30 | ferhenga şikestî

7. dîsa li ser kar in...

bi awayekî eşkere dibêjim, yê/a ku ewqas reşik dayiye peyamên min ên vê taliyê, rasterast gerîzekalî ye..



10.01.2016 17:17 | ferhenga şikestî

9. a yekem; mıgırdiç margosyan ne bi tirkî ye, bi ermenî ye

a duyem; özgür aydemir ne stranbêjekî tirk e, kurd e û ev jî navê wî ye, ma navê taybet tên guhertin? ma çi binivîsim? azad hîvhesin?

a seyem:evrimagaci.org navê malperekê ye, ma bêjim darawerarê.org?

a çarem: tesbih taneleri navê orjinal ê pirtûkê ye

a pencem: hebekî te'mul û toleransa we hebe, ez ji reşşikan naêşim, dema ez di derheqê mijarekî de dinivîsim bi qasî ku ji min tê objektîf dibim. ferhenga înteraktîf nabe ku bi tenê ji zimanekî pêk were, min berê jî gotibû; sernivîs bi çi zimanî dibin bila bibin lê bes peyam bi kurdî bin..

a şeşem: çi elaqeya xulamtî û koletî û sernivîsên tirkî pê heye? tê bêjî qey em nivîskarên ekşiyê ne û hatine li vir bi tirkî dijîn û ji kurdbûna xwe fedî dikin, hebekî bi mantiqa xwe tevbigerin..

di kurdî de ji xeynî çend tiştên binkêtî tu tişt nîn e, em dikin ku bi saya serê tirşikê vê qalikê bişkînin, loma pêdivî zimanên dî jî dibe. aniha di ferhengên tirkan de bi hezeran mijarên ingilizî hene, bi deh hezaran mijarên bi zimanên dî hene, ma ew giş kole ne? ez bixwe jî bi hezeran tişt ji wan hîn bûme û gelek caran jî hatime li tirşikê min zêde kirine..



10.01.2016 17:41 ~17:49 | ferhenga şikestî

12. Kuro teqîno çi çîlevîla te ye ji duh ve, te ji me xêr e, ji derdê te em biçin kû derê? Serê min ê delal xenîmê te be hey kezeb nereşo !



10.01.2016 19:18 | sergijik


14. hinek caran ez dikevim şikê ku ez jî endamekî wê lobiyê me. eger serokê lobiyê li vir be bila deng bide min, ez ê tiştekê jê re bipirsim.



10.01.2016 23:17 | wiha wilo wisa

15. Endamek vê lobiyê anha hemû peyamên tirşikê direşşikîne. Tê xêr ê gelo ? Derdê te çiye eşkere bêje ?



05.11.2016 20:03 | biaqila malê

16. ne endamek e herî kêm didu ne. (gere wisa be) ji ber ku peyameke min re du reşşik hatiye danîn.



05.11.2016 20:08 | bûtîmar

18. nizanim îşev çi bi wan hatiye derdê wan çiye * wexta min peyamên endazer di Nav dengdanên dawîn dît min got " dîsa çepik didinê " lê min vekir ez şok bûm *
(bnr: münacaat)



24.11.2016 00:21 | biaqila malê

20. lobîya dîsa çalak bûye. ew jî eşkere dike ku xwîna tirşikê vegeriyaye cîhê xwe *



25.11.2019 00:12 | berxweda

21. yawww car caran kêfa te ji ramanên nivîskarekî nehat, wek ku em bêjin di peyama wî de dev tavêjê yekî felan mevan, an jî di peyama wî ne li gorî formata tirşikê ye ....

lê ji bo xwedê aniha, li vir camêr qala jiyana helîm yûsiv kiriye, yekî reşşik da ye vê peyamê, ax lobiya reşşikan, xwedê heqê me ji were nehêlê :(
Here lînkê



10.06.2020 21:04 | merwano

22. Li hember wan simurg56 divê lobiya çepikan li darbixe çend kesan bi pere bigre bila hima li çepika din * ew lobiya reşikan ji bû moralê tirşikvana xerabikin ji hesûdiyan di reşikinîn gelek caran. Ez jî demek gelek bi gazin bûm jiwan lê ji demek pêde min guh neda wan êdî nadim jî. Hun jî binivîsin û derbas bibin em nikarin li gorî dilê her kesî binivîsin mixabin.



10.06.2020 21:22 | shorbevan

24. Lobiya ku ez ne endamê wê me.
Min berdin!!!



11.02.2021 20:15 | heval.js

25. ji boy xwedê yekê reşik daye wê peyamê kurdên çavşîn û porzer/130974 ku min gotiye ez ne por zer û çav şîn im. ma em ê derewan bikin? tu çi dixwaazî ji reşiktiya me :D



12.02.2021 18:01 | de facto hozan

26. jiber ku lobî reşşikan dide , hin kes hin kesan aciz dikin.Bi rastî ne xema min e yekî reşşik da ye an na.lê li vir kesekî din bo reşşikan tawanbar kirin dibe ku ji vir sar bike.



14.02.2021 23:50 ~23:54 | brzn

27. Bila îbret be ji alema tirşikêre min hê reşik nedaye kesî bi şaşî ne têde. ev rekor wê di destê minde bimîne tenê du sê car da an neda ez zanim min carek tenê da filankesek ew jî min ji dîn û îman derdixist dema wî digot li shorbevan bixin van bê îmanê tirşikvana jî dikuştin di diya meznê shorbevan.. û paşê dirojêde poşman dibûm li reşikên xwe û jêdibir, jiber bixêra wî li ser şaşiyên xwe fikirim hinekan rastkir hinekan rastdikim hinek jî rastnabin * mala min û wî û we tev ava, bila navê wî jiwera nebe kul û derd ferhenga şikestî, yê din jî ne bawerim ku min dabe dîsa ku min dabe ew jî nazim tolhildane. Ez hewqas bi sebrim edî sebra min nedihiştin ji nivîsa minre dibûn asteng, henekên min wekî jiwanre çêrbin..

Min û nazim tolhildan li cihê bereday li ser rîçala balîcana û mijara gem.. bû çibû me miriyê hev ji mezel rakir hanî diyarê hev.., ji riyê wî û çend tirşikvanên din çend sal hatim astengkirin... û li min niheqbûn, niha dara zeytûnê dirêjî wî û wan dikim ku cardin vegere emê lihevbên.

Gotina dawî ger reşik bi cîh bên danê rexneyek başe
Ger meriv ji yekî hezneke bi kîn û rik ji qastî bide ev jî trolliyek başe
Lê ku cihê çepik û reşika bihev şaşbikin reşik bidin ez ji wanre tiştek nabêjim jixwe xwedê bela wan daye *
û ku xêrnexwazên ne welatparêzbin ez çapa quzê diya wan bi bavê wan bidim pîvan * kara min çiye divirde ez jî nizanim meqsed xizmete * divên kesek bi pênc lire kuçika xesandiye bi deh lire sabûn û soring stendiye ku xwe helal bike yê min jî tiştek wisa * îca hun û kefa xwe çepik jî didin reşik jî didin bi kêfa xwene jixwe van roja camêrek belaş belaş reşika dide ji kerema xwere vêya jî reşbike

bila jibîr nekin simurg56 dikare wan îfşa û asteng bike..

helbet fikrû nivîsên me ne yekin ku yek bûna yek ji me wê besbûya hewcehî me teva nedikir di tirsik.netêde.
herkesê bi teşiyek jixwere dirîse
hinek jixwere tiştên bikêr, hinek bêkir, hinek jidil dinivîsin hinek tiştên tewşik, hinek henekên xwe dikin... ji kerem û îhsan û însaniya xwe nebin asteng bihêlin bila herkes azad binivîse hemû şaşiyên wan bidin alîkî, rastiyên wan ji hene yanî tiştê ku kêrî we tê jixwere bibin û herin heta rê hebe



15.02.2021 21:06 | shorbevan

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» lobiya soranî ya tirşikê
» reşşikandin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî